Share |

Mihemed Seyda: Siyaset bê Rêzgirtin Hunerê ji bo Berjewendiyên Xwe Bikartîne

Hunermend Mihemed Seyda ye, ku tevî dûrbûna wî ji Amûdê, cihê ji dayik bûna wî jî, lê wî hestên wî bajarokî bi xwe re hilgirtiyê û li Siwêda sar li ser pel û kevalan radixîne.

Seyda, ku bi salan li Siwêdê dijî, bi awayekî dilsoz rewşa kurdî û ya Sûriyê dişopîne û wan bi wêneyên xwe û dîzayinên xwe yên balkêş şîrove dike.

Di Pêşangeha xwe ya nû de ku di 13ê Çileya sala 2018an vebû, di bin navê Tepeserkirin dihêle her tişt bê kirin.

Hunermend Seyda dibêje:" Ez ji çanda xwe qut ne bûme, lê ez bi awayekî hunerî rewşa zor û dijwar şîrove dikim û didim ber çavê bînerên biyanî."

Her wiha jî wî got, ku hêza hunerê ji ya siyasetê xurtir e, û divê ku kurd xwedî li çanda xwe derkevin, da ku ew bêtir cihê xwe di nav civaka navnetewî bigirin, wekû miletekî xwedî çand ne tenê wek siyaset.

Karîkator û hunera wê stûna rexnegiriyê ye, di her civat û di her demê de, ji ber ew zîrekî û ciwaniyê bi hev re pêşkêş dike.

Seyda ne tenî mijûlî karîkator dibe, lê belê ew bi xwe dîzaynerkî zîrek e û li Siwêdê cihê xwe bi şehrezayî digere.

Seyda li Sûriye û Kurdistanê, beşdarî bi dehan ji pêşengehan bû, û herwisa jî li Ewrupa çalakiyên xwe berdewam dike.

Dibêje:" Dektator ji karîkator ditirse, ji ber ew dikare wî rût bike."

Seyda mîna dehan ji hunermendên kurd li cîhanê, rexna li civata kurdî dike û bi taybetî qata siyasî, ku rêzê li hunerê nakin û derfeta li ber hunera kurdî venakin.

Hîna Seyda di wê baweriyê de ye, rojên tên wê xweştir bin, û huner bê sînor e û dikare gelek guhertinê di jiyana mirovan de bike.

 

Dengê Amerîka