Ezê rewa çavên şil bidizim,da hew karibin xemgîn bibin,ezê tenahiya xwe bidime kul û kederan..bila serê xwe bermedin ber xwe, çi tiştên ku wan kovan û xemgîn dikin..bila wan bidine min,ewan derdan radestî min bikin, destêwerdanên biyan..navbera me xera dikin.. mane ev bihaneye.. ne…?
Di wêneyên gilolîkên hêstir.. û rondik û fermiskên çavan re..serdana min bikin,dûrî min merevin..ji min dûr mekevin,wê şahiya min jî mîna we..bengîniya xwe wenda bike,ez berê têra derdê xwe nakim..çiqandî pirrin,tew min ên we jî hilgirtine..loma ez bûme hilgêrê barê giran,lewra.. giriyê jar û perîşanan ji Yazdan re ..şahiye,loma.. kenê wan jê re xemgîniye û bobelate..tew ne xema wiye..!!
Gellê min roj bi rojê re dipinise, mîna newêrekan.. rastiya gotinê dixwe û dadiqurtîne..û diçilmise, xwe pê haş dike.. û di dilê keroşk(kîrgo) de dilûse,diponije..hênkaya paldana li bin holikê..û li ber sura bayê bindestiyê.. di bîra xwe tîne, diqiçqiçe..dikizkize.. û dîsan weke dîsan..qîma xwe tîne,jêbeniyên(zebeniyên) dojehê jî hew bi me ewle dibin, li ber deriyê dojeha bizdonek..me di hêwirînin.. û bi me re bi ŞAŞRENGÊ dilîzin, da ku pîzot ji bo hevdîtina me.. ji wan ne xeyidin , ango ew pîzotên dojehê jî.. ji ber me şerm û fedî dikin….!!!
Me guhên xwe dane ber çavên xwe,da ku kes nizanibe bê em bi guhên xwe dinêrin an bi çavên xwe dibihîzin, dema ku em xwe riswa dikin ..em xwe dixapînin..û em xêwok û tirsokan li xwe gurîx dikin, me xwe wilo dîtiye...
Em rûlirû dibêjin.. dema gonê pisîkane .. ma a mirovan çiye..?
Lê li paş hev dû ..geh tuye.. û geh jî sûcê wiye, me konê berjewendiyan vegirtiye.. û gorî bêyî xwediye,lê a me kîndariye …
Mehşota çavgank û penîrokan ..li wêrekî û cegera mêraniya me xistiye, me xwe herdem kêm û zelûl dîtiye, em kole û beniyên xelkê mane, lewra em ji hev re kîndarin, ji xelkê re jîrin û ji xwe re kwîrin..ji hev perçene, ev perçebûn bûye sedema ku em tawanên bêyî gîrov û biyang.. ji kîna xwe dadimezrînin.. ku her tawanek ji baweriya dadgehên rewayî mezintire…
An emê kardiyê bixun..da ku zimanên me lal bibin û hev ne êşînin,emê bi kulîlka bencê guhên xwe bixetimînin..da ku em dengên hev ne bihîzin, emê çavên xwe bi perda şevê binixwêmin..bila em hev nebînin,çêtire ku em hev bixapînin..û qiriktaliya xwe bi petrîşok û zilindarê derman bikin…
An jî divê em dijûn û nufiran ji ferhenga xwe bavêjin, keçî û gunehên xwe daweşînin, tawan û gunehbariyan ji dadweriya dadgeha xwe.. tune bikin...
Wê çaxê..emê werîsê hevgirtinê bi hev re bihûnin,rîsê tevna civakî bi hev re birêsin,çewtî û poşmaniyên kevn bi yek destarî bihêrin û li ber yek bayî bidêrin…
Gellê min..derfet hatiye , dem xwe diguhêre,wê birayê biçûk berya herduwêd mezin.. xwe bi serî bike,vê derfetê ji dest xwe bermedin, ku çû hew vedigere..gelo kê bawer dikir ku dora wî berya wan were?