Share |

Muzexaneya Şêrko Bêkes tê vekirin

Ji bo bîranîna 11 li ser koçkirina helbestvan Şêrko Bêkes li ser gora wî merasim hat li dar xistin. Gelek hunermend, nivîskar û hezkiriyên wî lê amade bûn. Kurê wî Helo Bêkes got, "Ewê Muzexaneya Şêrko Bêkes vekin."

Roja 3'yê gelawê ber êvarkî, di 11'emîn salvegera mirina Şêrko Bêkes de ew li ser gora wî ya li Silêmanî hat bibîranîn. Gelek kes di bîranînê de amade bûn. Pêşî koma muzîkê Koma Lur stran strîn û bîranînê wisa dest pê kir. Pêre jî destegul li ser gora Bêkes danîn û perde ji ser peykerê wî yê nû ku çêkiribûn re rakirin.

Dûre li ser Bêkes axaftin hatin kirin, stran hatin strîn, helbest helbest hatin xwendin.

Kurê Şêrko Bêkes ê bi navê Helo Bêkes helbestên Şêrko Bêkes xwendin.

Li aliyê din Helo Bêkes got ku meha rezberê ewê li Silêmanî muzexaneya Şêrko Bêkes vekin

 

Diyarname