Şaredariya me, Qesra Cemîl Paşa piştî restore kir wek Muzeya Bajêr dabîn kir, xist ber xizmeta bajêr. Hevşaredarê me Firat Anli di vekirina muzeyê de axivî û got,
ew ê xebatan bidin destpêkirin da ku qesra mala Azîzoglu ya li Farqînê jî ji bo muze bê terxankirin. Hevşaredara me Gultan Kişanak jî got, “Her giya li ser rehên xwe şîn dibe, şukir em bê reh nîn in” û da zanîn ku ew ê bi muzeyê raboriya bajêr bînin ber çav.
Muzeya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa, ku ji aliyê şaredariya me ve li gorî reseniya wê rovele, restîtûsyon û restorasyona wê hate kirin, duh, bi merasîmekê ji bo xizmeta gel hate pêşkêşkirin. Di vekirina muzeyê de, hevşaredarên me Gultan Kişanak û Firat Anli, malbata Cemîl Paşa, Serokê DBPa Amedê Omer Onen, nûnerên saziyên civaka sîvîl û birek welatî amade bûn.
Axaftina vekirinê lêkoler Zeynep Yaş kir û der barê xebatên muzeyê de agahî dan. Yaş, bal kişand ku wan gava dest bi xebatê kiriye tu amrazên wan nebûne û wan muzevaniyeke teşhîr, tanzîm, dîjîtal, sertapê nûxwaz û hevdem daye ber xwe. Yaş, bi bîr xist ku muzeyên bajêr wek muzeyên arkeolojîk nîn in, ji ber wê, ancax wan kariye ji 1853yan pê de di muzeyê de cih bidinê û got, “Me amraz ligel çîrokên wan anîn vê derê, ka raboiriyeke çawa çêbûye em ê raberî mêvanan bikin.” Yaş, da zanîn, muzeya bajêr xwedî zerengiyeke weha ye ku tim xwe nû dike û weha axivî: “Li vê derê ligel hemû argûmanên bajêr em dikarin çîrokeke biserober bînin pêş. Kesekî ji derve tê gava li vê muzeyê geriya dê vî bajarî baştir nas bike. Dê ji avabûnê heta niha kî li vî bajarî jiyaye, bîr û baweriyên vî bajarî tevan bibîne, dê bizanibe ka zarok li vî bajarî çawa mezin dibin û têkiliya navbera çandan û bandora wan a li ser hev bibîne. Dê cîrantîyê, gundîtiyê, bajartiyê bibîne. Dê awazên wê bibihîze. Dê bi sertapê duh û îroya vî bajarî di vê muzeyê de bibîne.”
Me wateya rastîn a Muzeya Bajêr li Amedê dît
Kuratorê Muzeyê Burcak Madran jî da zanîn ku muzeyên bajaran, raboriya gelên wî bajarî û îroya wê tînin pêş, toleransa pêkvejiyanê didin û hişmendiya xwedîtî û pêkve avakirina dahatûyê ava dike. Madran got, “Me wateya rastîn a Muzeya Bajêr li Amedê dît” û weha domand: “Gava pirçandî tê gotin, gava gel tê gotin, bawer im ev herî xweş li Amedê heye. Di hemû nimandina muzeyê de ev tişt heye. Me hewil da dîn, ziman û baweriyên cuda di bin nasnavê Amedê de bînin cem hev. Li dinyayê pir hindik peyda dibe. Me hewl da tevnçîna dîroka bajêr bidin ber çavên xwe. Me bikaranîna kevir xwest muzeyekê ava bikin. Me muzevaniya hevdem jî da ber çavên xwe û bi motîfên xwecihî xemiland.”
Li ser navê malbata Cemîlpaşa Nejat Cemîloglu jî axivî, ji ber ku şaredarî li qesrê xwedî derketiye û ew dagerandiye muzeyê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Qesra Azîzoğlu jî tê restorekirin
Hevşaredar Firat Anli, di axaftina xwe de got, “Peyva Qesra Cemîlpaşa êdî li vî mekanî hilnayê” û weha domand: “Mekan dîrok e, dîrok nasnav e, nasnava we jî hemû û giyanê we ye. Ev qesr bi xwe nimûneyeke berbiçav a vî giyanî ye.” Anli da zanîn, di bin her kevirê qesrê de muzeyek heye û got, qesr îro gelekî watedartir bûye û Qesra Cemîl Paşa êdî destpêkek e.
Anli, bal kişand ku li Farqînê malbata Ezîzoglu jî bi vê xebatê gelekî kêfxweş bûye û wan jî ji Şaredariya Mezin daxwaz kiriye ku qesra wan jî bête restorekirin û bo muze bixin ber xizmeta bajêr û got, “Ev pêşketineke gelekî watedar û dîrokî ye. Ligel Qesra Îskender Paşa em ê 86 avahiyên dîrokî tescîl bikin, restore bikin û bidin ber xizmeta xelkê.” Anli got, “Em li vê derê raboriya xwe ji nû ve dijîn û siberojeke xweş bi dîn, ziman û çandên cuda re bi ruhê vê qesrê ji nû ve ava dikin.”
Me navbera duh û îro de pirek danî
Hevşaredara me Gultan Kişanak jî diyar kir ku wek rêveberiyên xwecihî ew ji xebatên ser dîrokê gelekî serfiraz in û got, “Me ev xebata xweşik ku dîroka me derxist meydanê û gihand îro kir. Giya li ser koka xwe şîn dibe. Bêkokî rewşa herî nexweş û xirab a cîhanê ye.” Kişanak axaftina xwe weha domand: “Hezar car şukir, gelê kurd û Kurdistanê bê esl û binyad nîn e. A dikeve ser milê me, ev vê binyadê bi belgeyan peyda bibin, derxin pêş, ava bikin, nûjen bikin û bigihînin roja me. Xebatên wek vê dê bêne domandin.”
Kişanak got, “Ev muze bo me hemûyan gaziyek e” û weha pê de çû, “Di raboriya me de çi hebe, werin bînin vê derê. Îro em wê li vê derê mayînde bikin da ku bo nifşên siberojê bimîne. Li Amedê, vî bajarî, aydê kê, kîjan dîn û mezheb, milet û xelkî çi hebe, em dixwazin li vê derê pêşan bidin. Me di navbera duh û sibêya xwe de pireke danî.”
Ji bilî rojên duşemê Muzeya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa her roj di navbera 09.00-19.00an de ji bo serlêdanê vekiriye. Piştî axaftinan beşdaran qurdele birî û muze vekir û pê re jî li muzeyê geriyan.
çavkanî-Malpera şaredariya bajarê mezin