Ji warê bav û bapîran
Serê kanîyê waşûkan
Nalînek tê pir perîşan
Agir da cerg û hinavan
Sêng û berê bûka ciwan
Di destê gur û çeqelan
Ew xeml û xêz kambaxkirin
Bê olên li dijî jiyan
Nervîna me bo çi wesan
Pezkovîyê çol û çiyan
Nîşana tîrên neyaran
Haj xwe nînin ji pîlanan
Birîn kûre derman nabe
Bi peyv û hêsirên çavan
Kurdo kengî tê bizanî
Yekîtî heyîna gelan
Ez ezîyê nek karê xwe
Mil bid mile birayê xwe
Bi yek helwîst rabe ser xwe
Da tu bighê armanca xwe