Share |

Navdarên Kurd: Hasan Hîşyar Serdî

 

 Di sala 1907an de, li gundê Nûrzergê (Serde) ku di navbera Lîce û Hanê de ye, hatîye dinê. Wek ku cenabê Hasan Hîşyar Serdî bi xwe dibêje; „hatina min î dinê, qedera min û a welatê min kir yek!“

Hasan Hîşyar Serdî, ji malbatek zana û kurdperwer e. Li gor urf û adetên kurdewarî mezin û perwerde bûye.

Hasan Hîşyar serdî, kurê kurdperwerekî xwende û zana ye. Malbata Hasan Hîşyar Serdî, malbatek ji Eşîra Jîrkîya ye. Ev eşîr xwedî hestên neteweyî û Hasan Hîşyar Serdî jî bi van hest û ramanan perwerdeya xwe dibîne û gavên xortanîyê davêje.

Hasan Hîşyar Serdî, xortekî 18 salî, di berxwedana 1925an de wek şervanekî çalak cîhê xwe digire. Di destpêka têkçûna berxwedanê de birîndar dikeve destê tirkan. Di Dadgeha Îstîklal a Şerqê de têt dadgehkirin. Bi sezaya îdamê têt sezakirin. Ji ber ku emrê wî piçûk bû, sezayê wî dadixînin 15 sal seza giran. Surgûnî Nîgde dibe.

Bi efûya 1928an re derdikeve û tê Amedê. Piştî ku dewleta Tirk dest bi nefîkirina malbatên beg, axa, şêx û kurdperwer dike, Hesen Hişyar Serdî derbasî Sûrîye dibe û di nav giftûgo û damezirandina Xoybûn de cîhê xwe digire.

Piştî ku berxwedana 1926-1932an geş dibe, di nav refên berxwedanê de cîhê xwe digire.

Piştî têkçûna berxwedanê, Bi Îhsan Nûrî Paşa re derbasî Îranê dibe. Di sala 1934an de derbasî Başûrê Rojavayê Kurdistan dibe û li herêma Cezîrê bicîh dibe.

Hasan Hişyar Serdî, bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Farisî baş dizanî. Di medresên Kurdistan de perwerdeyek baş dîtibû. Bi qasî ku pir baş bi Tirkî, Erebî û Farisî dizanî jî, hemû berhemên xwe bi kurdîyek zelal nivîsîye.

Hasan Hîşyar Serdî, bi qasî şervanî û çalakîyên di nava serhildanên dema xwe de, di warê zanistî, wêjeya kurdî û komelayetî de jî karên pîroz li dû xwe hiştîye. Nivîsên Hasan Hîşyar Serdî di kovarên wek Hawar, Ronahî û Roja Nû de derketine.

Bi çend hevalên xwe re „Komela Zanistî û Alîkarîya Kurd“ avakirî ye. Ev têkoşerê navdar, zana û rewşenbîrê hêja di 1985an de koça dawî kirîye û jiyanek mînak, tije berhem û kurdewarî ji me kurdan re hiştîye.

Hesen Hîşyar Serdî, di payîza emrê xwe de nameyek bi sernavê „Birayê Nişytimanperwer“ ji Osman Sebrî re dişîne. Di nameya xwe de bi zimanekî şêrîn destpê dike: „Birayê niştimanperwer Osman, bi hildana silavê destê te, êxamegir bi ewînek kurdiolojî digivêşim, çewa ku hêsanîya ten û gîyanê te daxuwaza min e, eger pirsa min bikî, jiyîndar im lê ne bextewar im, birayê delal dizanî bi şiîrê ne bendewar im, lê bîranîna te li derya dilê min van pêlên jêr vedaye.“

Hesen Hişyar Serdî bi van gotinan re helbestek ji Osman Sebrî re ku nivîsîye bi nameyê re dişîne. Ez du çarxetan datînim jêr:

„Di şûna şîrêde em bi xûnê mijîyan,

Di hêlîna tarîx û zeman de em hêjîyan,

Ji çîyan daketin van deşt çol û berîyan!

Kulîlka umrê xwe bi xebatê me bi derda,

 

Bê ku hevilek bi destxin bûn sofîyê camîyan,

Millet bûye şek û pek li meydana xebatê,

Di destê xortan de mertalên eydolojîyan“