Share |

Nazdar Albomeke Nû ji Xoştevîyên Xwe re Amade Kiriye

Hunermed Nazdar

 

Hunermend Nazdar albûma xwe ya nû amade kiriye û niha amadekariya sazkirina konserekê li bajarê Silêmaniyê dike.

 Hunermenda ji bakurê Kurdistanê Nazdar di bêjedanekê de ji malpera rojnameya Rûdawê re ragihandiye,  ku karê tomarkirina albûma wê ya nû xilas bûye: “Lê heTa niha min nav lê nekiriye, ji bilî karê albûma xwe bi niyet im li bajarê Silêmaniyê konserekê jî saz bikim û jê re amadekariyê dikim.”

 Derbarê karê çap û belavkirina albûma Nazdar amaje da wê yekê ku ligel şîrketa Vîn Production peymanek îmze kiriye bo belavkirina berhemên wê.

 Albûma nû ya Nazdar ku ji 10 stranan pêk tê, heya niha nav lê nehatiye kirin, Nazdar dibêje: “Vê carê bi awayekî pir baş min li ser albûma xwe kar kiriye û min li gel stranbêjekî bajarê Duhokê bi navê Rêbîn stranek bi hevbeşî tomar kiriye.”

pna