Share |

Nivîskarê Kurd Cemîl Bazîdîxelata UNESCOyê wergirt

 

  Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî bi romana xwe ya bi navê “Navê Min Azad e” hêjayî Xelata Akademîk a Taybet UNESCOyê hat dîtin.

 Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî di romana xwe de behsa çîroka rasteqîn a malbatekê ku piştî komkujiya Helebce neçarî ji Kurdistanê koçber bûye, dike.

Ev romana Cemîl Turan Bazîdî ya ku di sala 2015ê de nivîsandiye, hêjayî Xelata Akademîk a Taybet UNESCOyê hat dîtin.

Romana bi navê “Me Llamo Asad” anku "Navê Min Azad e" bi zimanî yûnanî hatiye nivîsandin bo herdu zimanên spanî û îngilîzî jî hatiye wergerandin.

Nivîskarê Kurd Bazîdî heta niha xwediyê 11 berheman e û di piraniya berhemên xwe de cih daye dîroka û serxwebûna Kurdistanê.

Cemîl Turan Bazîdî li navçeya Bazîd a parêzgeha Agirî ya Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û piştî kûdetaya 12ê Îlona 1980an a li Tirkiyê, diçe Yûnanistanê û hata niha jî li wî welatî dijî.

 

Rudaw