Share |

nivîskarê navdarê Kurd Yaşar Kemal çû ser dilovaniya xwedê

Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal roja 28-2  li bajarê Stenbolê di temenê 92 saliyê de xatir ji jiyanê xwest.

Navê rast ê Yaşar Kemal, Kemal Sadiq Gokçelî ye û sala 1923ê li gundê Hemîte yê bajarê Osmaniyeyê yê Tirkiyeyê hatibû dinê.

Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal di bûyerekê de çavekî xwe ji dest dabû. Jiyana wî ya zarokiyê pir dijwar bû.

Yaşar Kemal, di pola dawî ya qonaxa navendî de neçar dimîne dest ji xwendinê berde û ji bo debara malbata xwe kar bike.

Sala 1950ê ji ber sedemên siyasî salekê li navçeya Kozanê ya Edenê tê girtin, piştî ku hat berdan çû Stenbolê.

 Yaşar Kemal di destpêka ciwaniya xwe de, endam û çalakvanê ser bi Marksîzm-Lenînîzm bû li Tirkiyeyê.

Pirtûk û berhemên wî nivîskarê kurd bo ser 40 zimanan hatine wergeran.

Piraniya pirtûkên Yaşar Kemal behsa jiyana dijwar û pir zehmetî ya gelê xwe dikin.

Li sala 1995an Kemal ji aliyê nasyonalîstên tundrew yên Tirkiyeyê ve hat tohmetbarkirin bi cudakirina kurdan ji Tirkiyeyê ve û li ser wê yekê hat dadgehkirin.

Di dema dadgehkirina wî de, Yaşar Kemal wan tohmetan red dike û dibêje: “Min hemû jiyana xwe xistibû bin xizmeta ziman û çanda tirkî de. Ez dewleta serbixwe ya kurdî naxwazim. Hemû kurd tenê daxwaza mafên xwe yên mirovî dikin, daxwaza mafê parastina ziman û çand û nasnameya xwe dikin.”

Piştî demek kurt bû rojnamevanê rojnameya Cuhmhuriyetê û heta sala 1963ê di wê rojnameyê de xebitî.

Yaşar Kemal wek cara duyem, li sala 2002an ligel Eyşe Semîha Baban, ku mamosteya zanîngeha Bîlgiyeyê ya Stenbolê, zewicî.

Kemal çendîn xelatên mezin û diktoraya fexrî li zanîngehên Ewropayê wergirtiye.

Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal, yekemîn xelata xwe ji ber hevpeyvîna bi navê “Di mezintirîn havîngeha cîhanê de 7 roj” stand.

Paşê ji ber yekemîna romana xwe ya bi navê “Înce Memed” ku sala 1973 belav kir, hat xelatkirin.

Herwiha xelatek jî ji ber romana xwe ya bi navê “Kuştara Bazara Hesingeran” stand.

Romana wî ya bi navê “Erd Hesin, Asman Mis” sala 1977ê li Fransayê wek baştirîn romana biyanî hat hilbijartin.

Nîşana fransî ya bi navê “Légion D'Honneur” jî ji ber romana xwe ya bi navê “Efsaneya Hezarga” stand.

Yaşar Kemal, ku ji ber nexweşiyê ji roja 14ê Çileya îsal ve rakiribûn nexweşxanê. Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed di peyamekê de derbarê Yaşar Kemal wiha got: “Ew li cem me cihê rêz û şanaziyê ye. Wek kurd. Mafê me heye ku em şanaziyê bi wî bikin.”

Nivîskarê navdarê kurd Yaşar Kemal, ku demek dirêj bû nexweş bû, li bajarê Stenbolê duhî jiyana xwe ji dest da…

 Wesiyeta Yaşar Kemal

Ev peyama Yaşar Kemal meha Mijdarê di merasîmekê li zanîngeha Bîlgê ya Stenbolê de, bi boneya bexşîna diktoraya fexrî gotinek hat pêşkêşkirin, ku ew bi xwe ji ber nexweşiyê nikarîbû beşdar be.

Yaşar Kemal di wê peyamê de ku wek wesyetekê bo xwînerên wî tê dîtin, wiha dibêje: “Yekem, kesê ku pirtûkên min dixwîne, nabe xelkê bikuje, divê bibe dijminê şer. Duyem, divê rûbirûyê biçûkirina mirovan ji aliyê mirovan bibe. Nabe kes birayê xwe ji xwe kêmtir bibîne û hewl bû nemana wî bide. Nabe rê bidin wan dewlet û hikûmetên ku hewla jinavbirina mirovan didin.”

Di beşeke din ji peyama Yaşar Kemal de hatiye gotin: "Bila xwînerên min zanibin ku ew kesên hewla têkbirina kultûran didin, çand û kultûra xwe ji dest dane.”

Herwiha Yaşar Kemal daxwaz ji xwînerên xwe dike ku destê xwe bidin hejar û feqîran û wiha dibêje: “Ew kesên ku pirtûkên min dixwînin, bila alîkariya hejaran bidin. Hejarî ji hemû mirovatiyê re şerm e. Xwînerên min divê xwe ji hemû sîfetreke xerab paqij bikin.”

 

 

Hewlêr (Rûdaw)