Share |

NIVÎSKAR Û ROJNAMEVANÊ NAVDAR WEZÎRÊ EŞO ÇÛ LI SER DILOVANÎYA XWE

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng WEZÎRÊ EŞO di temenê 81-salîya xwe da li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe.
Kurtejiyan[biguherîne]
Wezîrê Eşo di 1'ê sermaweza 1934an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê ji dayîk buye. Pêşiyên Wezîrê Eşo ji Zêtka'ya Agiriyê koç kirine.
Ew di sala 1953an de li fakulteya tarîxê ya Zanîngeha paytextê Ermenistanê Êrîvanê tê qebûlkirin û gava ew xelas dike, di navbera salên 1958–1961ê de li gundê Pampê wek serokê dibistanê kar dike. Salên 1961–1963an wek berendamê doktorayê beşa kurdzaniyê ya Enstîtuya Rohilatzaniyê de li Lenîngradê (niha Sankt–Pêtêrsbûrg) di nava tarîxa Kurdistanê de kûr dibe. Salên 1964–1983an weke redaktor û redaktorê sereke yê polîtîkî di radyo, televîzyon û weşanên Ermenistanê de kar dike. Salên 1983–1994an karê redaktorîkirinê û wergeriyê di beşa weşanên kurdî ya Radyoya Êrîvanê de bi cî tîne.
Weke rojnamevan zêdeyî hezar gotar û şiroveyên wî li ser rûpelên rojnameya Rya Teze û gelek rojname û kovarên Ermenistanê û Moskovayê yên navendî de hatine weşandin, lê welê jî di radyoyê de hatine weşandin. Ji ber vê kedê ew kirine endamê Yekîtiyên nivîskar û rojnamevanên Ermenistanê û yê Yekîtiya Sovyeta berê. Wezîrê Eşo di sala 1991ê de hêjayî xelata Yekîtiya Nivîskarên Ermenî û Seksyona nivîskarên kurd ya bi navê Erebê Şemo bû.
Wezîrê Eşo niha li Belçîkayê dimîne. Ew li Belçîkayê jî di kar û mijûliyên nivîskariyê de berdewam e.
Berhem[biguherîne]
Mizgînî
Dengbêj kal bûbû
Pamp–Sîpan
Xaçatûr Abovyan
Lekolîn[biguherîne]
Kurd
Êzdî
Xebera dosta