Share |

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî" li Qamişlo imza kir.

Nivîskar Konê Reş
Nivîskar Konê Reş

 

 

Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê

 “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”,  ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.

pirtûka  bi kurdî hatiye nivîsandin, li ser jiyana çandî û rewşenbîrî ya herêma Cizîrê ye bi giştî û bi taybetî li ser Qamişlo û derdora wê radiweste.

Di pirtûkê de çend mijar hene, ji wan rewşa zimanê kurdî piştî şoreşa Sûriyê, rê û resmên pîrozkirina Newrozê li Sûriyê,

Û bandora nebûna perwerdehiya bi zimanê dayikê, ji bilî vegotina çîrokên gundên herêma Cezîrê yên wekî Hasadê, Xerab Kortê û A’brê.

.Naveroka pirtûkê li ser zîlana van mijaran dizîvire:

Herêma Cizîrê (Binxetê) -Reseniya Kurdan di Cizîrê de -Di Sedsala Dawî de Rewşa Ziman û rojnamegeriya Kurdî -Zimanê Kovara HAWARê -Serhildana Wêjeyê Li Rojava -Rewşa Ziman Piştî 2011an -Cizîr Gencîneyeke ji Folklorê Kurdî re -Wêjeya zarokan li Cizîrê -Bi Kurt Kurmancî, Kiye Rewşenbîr -Hizir û Bîra Azad -Cejna Newrozê Li Rojava -Bandora Nexwendina Bi Zimanê Dê -Bandora Sirgûnê di Wêjeya Kurdî de -Giringiya pêwendiyên Welat û Sirgûnê -Giringiyên wergerê ji bo Kurdan -Rola dengbêjan û Jina Kurd di parastina zimanê Kurdî de -Bandora Kurdên Bakur li Kurdên Rojava -Bandora Serhildana Şêx Seîd -Hebûna mê di Zimanê me de ye û gelek babetên din...

Pirtûk bi pêşgotina mamoste Xalis Musewer hatiye neqişandin û ji 230 rûpelî pêk tê. Pirtûk ji van lehengên pêşeng re hatiye diyarî kirin: Mîr Celadet Alî Bedirxan, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û tev hevalên wan re..

Armanca çapkirina pirtûkê ew e ku mîrata çandî ya kesên ku bi ziman û wêjeya kurdî re eleqedar in, were parastin, ji bo nifşên nû bibe referansek hêja.

Û hêjayî gotinê ku Nivîskar Konê Reş heta niha 33 pirtûk bi zimanên Kurdî û Erebî çap kirine, ku tê de gelek babetên derbarê wêje û zimanê Kurdî de cih digirin.