Share |

Nivîskar Mihemed Ronahî " tu kar nikare bi qasî pirtûkan kelecanê bide min "

 Nivîskar û weşangêr Mihemed Ronahî

 

 

Hevpeyvîn : Hozan Emîn- Mihemed Ronahî nivîskar û weşangêrekî kurd e. di 1979'an de li Pîrana Amedê ji dayikbûye.

Di 2003'yan de li Zanîngeha Înönü Beşa Civaknasîyê xwendiye. Di malpera haberdiyarbakir.com, Kovara W, Kovara Rewşen, Kovara Zend û Çirûskê, û her heftê quncikek wî heye di rojnama Azadiya welat de. Di 2009'an de bi navê Weşanxaneya Ronahî weşanxaneyek damezrandiye. Di 2010'an de romana xwe ya bi navê "Bendewarên Adarê" derxist, di sala 2011an de jî çîrokên wî yên bi navê Daristan ji weşanxaneya Ronahî derket. me delîve dît li ser nivîskarî û xebata wî û her weha li ser  weşanxaneya wî ya bi navê  " RONAHî" çend pirsan bikin û bi kêfxweşî bersiva me de bi sipasî.  

 

 1- Mihemed Ronahî , zêdebarî me li jor diyar kirye, di derbarê jiyana te de tu çi dixwaze zêde bike?

Ji bilî van tiştên ku hatine gotin ev sê sal in li navenda Çandê ya Akademiya Cegerxwîn’ê mamostetiya wêjeya kurdî ya klasîk dikim.

2-Te kengê û çawa dest bi xebatên nivîskariyê kiriye?

Bi awayekî hişmend yekem car min li zanîngehê dest bi nivîsê kir. Destpêka nivîsînê jî helbest bûn. Di sala 1999an de helbestên min xelata yekemîniyê girtin û piştre min dest bi nivîsên lêkolînî kir Lêkolînên ku min li ser felsefe, dîrok û civaka kurdan kirin min li kovar û rojnameyan hatin weşandin. Piştre jî romana min derket û vê dawiyê min komeleyeke çîrokan weşand.

3-Heta niha çend berhemên te hene, nav û naveroka wan çine?

Heta niha romaneke min û berhemeke min a çîrokan heye. Û weke werger jî min Samed Behrengî ji farisî wergerandiye kurdî. Nave romana min “Bendewarên Adarê” ye. Di vê romanê de min xwestiye ez jiyana malbateke kurdewar lê apolîtîk vebêjim. Çand û jiyana malbateke kurdewar çi ye û çawa ye? Jiyan li Kurdistanê bi çi rengî ye? Hêvî û bendewariyên civaka kurd çi ne. Min xwestiye van xalan zelal bikim di romana xwe de. Berhema duyem çîrok e. nave berhemê “Daristan” e. bi tevahî ji heşt çîrokan pêk tê. Çîrokên daran in. di her çîrokekê de leheng min dar in û her darek birîneke Kurdistanê vedibêje.

4  -Tu weşangeriyê jî dike, tu dikarî weşanxaneya Ronahî bi me bidî naskirin?

Me weşanxaneya xwe di 2010an de vekir. Weşanxaneya me li Amedê ye û tenê bi kurdî weşanê dike. Bi zimanekî din em kitêban naweşînin. Di nav du sal û nîvan de me 35 pirtûk weşandin. Pirtûkên me bêtirê xwe edebî ne. lê lêkolîn û zarok jî qadeke me ya taybet e di weşanê de.

5-Te ji ber çi egerî dest avête karê weşangeriyê û ermanca te çiye?

A rastî ez dikarim li vir gelek tiştan bêjim û gelek sedeman bijimêrim ku min dest bi weşangêriyê kir. Lê pêşiya her tiştî ez dildarê pirtûkan im ji zarokatiya xwe de. Û tu karek nikare bi qasî vî karî kelecanê bide min. ji ber ku min him ji vî karî hez dikir him jî ez şareza bûm di vê qadê de min bawerî anî ku ez ê karibim tiştên baş biafirînim di vî warî de. Û ev jî dê ji aliyekî de bibe dewlemendiya netewî ji aliyekî de jî dê bibe xizmeteke xweşik li ser navê min. ji ber wê yekê min dest bi vî karî kir.

6-Mercên we çine ji bo çapkirna berhema nivîskarekî, û hûn çi Babet û mijaran hildibijêrin di berheman de?

A rastî mercên me ne gelekî baş in lê digel vê yekê jî em tenê dixwazin di karê xwe de profesyonel bin. Ango weşanxaneyeke tirkan ya herî mezin bi çi awayî karê xwe dike divê em herî kêm weke wê an jî ji wê baştir bikin karê xwe. Destûra me ev e. di hilbijartina berheman de sînorekî babetan tune ye li cem me. Babet dikare her tişt be. Lê bi şertê ku asta wê bilind be. Helbet di ware babetan de pûtepêdanên me hene lê weke min got beriya her tiştî dive ji mijarê bêtir naverok û vegotin di astekê de bin.

7-Hûn çawa dikarin weşanxaneyê ragrin ! gelo rêjeya xwendina Zimanê Kurdî di zêdebûnê de ye, ku hûn karibin mesrefa wan pirtûkan bi firotinê derînin?

Debara weşanxaneyê mixabin ku tenê bi kitêban nabe. Ez di heman demê de mamoste me û ji ratibê xwe jî dixim ser da ku ez bikarim vê xebatê berdewam bikim û spas bo vê hevpeyvînê.

 

Rojnama War