Share |

Nivîskar Ronî war: Her weşanxaneya ku çêdibe ji bo çand û wêjeya me dewlemendiyeke

Nivîskar Ronî war

 

he‌vpe‌yvîn: Hozan E‌mîn- Ronî war nivîskare‌k kurde‌ ji bakurê Kurdistanê ye‌, ji ge‌le‌k curên e‌de‌bî mîna çîrok û kurte‌ çîrok û roman

xudan be‌rhe‌me‌, nave‌k xwe‌‌yaye‌ di nava tore‌ û e‌de‌biyata kurdî de‌, me‌ de‌lîve‌ dît ku e‌m li se‌r nivîskarî û xe‌bata wî û he‌r we‌sa li se‌r we‌şanxane‌ya wî ya "ava "çe‌nd pirsan jê bikin û wî bi kêfxwe‌şî be‌rsiva me‌ da:

- Ronî war, kî ye‌, li ku bûye‌ û bi çi karî ve‌ mijûle‌?

Ronî war: E‌z li sala 1969 li gunde‌kî dêrika çiyayê mazî hatîme‌ diniyayê. Du caran ke‌tîme‌ he‌psa Diyarbe‌kirê. Aa salan min nûne‌riya se‌ndîkaya karike‌ran kiriye‌. Nivîs û çîrokên min di rojname‌ û kovarên mîna azadiya we‌lat, nûde‌m, ke‌van, nûbhar û... hatine‌ we‌şandin. De‌me‌kê di rêve‌be‌riya komale‌ya nivîskarên kurd ya ame‌dê de‌ min cegirtiye‌. he‌fte‌yê roje‌kê di azadiya we‌lat de‌ min nivîse‌. Karê we‌rgêr û we‌şanê dikim. Pirtûke‌k min bi navê “Kuwdakî Taş” ji hêla Çe‌tîn Dûran ve‌ we‌rge‌rî zimanê turkî bûye‌.

- Te‌ ji ke‌ngê ve‌ û çawa de‌st bi xe‌batên nivîskaryê kiriye‌?

Ronî war: Be‌rsiva vê pirsê zehme‌te‌, se‌rboriya min û nivîsê dûr û dirêje‌. Ji be‌r ku he‌ma min bîrbiriye‌ e‌z û nivîs hogirî he‌vbûne‌, lê ge‌r we‌k we‌xt bê gotin ji 1985 an û vir ve‌ bi hêviya çapê xe‌batên xwe‌ didim he‌v.

- Tu we‌şange‌ryê jî dikî, tu dikarî we‌şanxane‌ya ava bi me‌ bidî naskirin?

Ronî war: We‌şanxane‌ya me‌ ava di sala 2009 an de‌ de‌st bi xe‌batê kir. Nave‌nda me‌ li Ame‌dê ye‌. Xe‌batên me‌ niha jî be‌rde‌wamin.

- Te‌ ji be‌r çi e‌ge‌rê de‌st avête‌ karê we‌şange‌ryê û armanca te‌ çiye‌?

Ronî war: he‌r we‌şanxane‌ya ku ve‌dbe‌ ji bo çand û wêje‌ya me‌ de‌wle‌me‌ndiye‌ke‌. Me‌xse‌da me‌ jî e‌we‌ ku e‌m de‌rye‌kî din li wêje‌ û zimanê kurdî ve‌bikin. e‌m li Turkiye‌ te‌vlî he‌mû organîzasyonê tûyapê, ango e‌m te‌vlî fuwarên pirtûkan dibin. e‌v pêşangeh li ge‌le‌k bajaran li dardke‌vin. Li ste‌nbolê, li Izmîrê, li E‌de‌nê, li Bursa, li Antaliya, li Ame‌dê, li E‌nqe‌rê û li en bajarrên din li dardike‌vin. De‌ma e‌m te‌vlî van organîzasyona dibin xwe‌ndavanên kurd li me‌ dicivin û e‌m bi hêsanî pirtûkên kurdî dibin be‌r lingên wan. e‌v jî me‌ pir kêfxwe‌ş dike‌.

- He‌ta niha ji aliyê we‌şanxane‌ya ava ve‌ çe‌nd pirtûk hatine‌ çapkirin?

Ronî war: Me‌ he‌ta niha 44 be‌rhe‌m we‌şandiye‌ û niha ge‌le‌k be‌rhe‌mên ku li ber çapêne‌ li be‌rde‌stê me ‌ne‌.

- Babe‌t û mijarên we‌şanxane‌yê yên asasî çine‌ ji bo çapa bere‌me‌kê?

Ronî war: Di nav we‌şanên me‌ de‌; roman, çîrok, kurte‌çîrok, pe‌xşan û he‌lbe‌st he‌ne‌. he‌r be‌rhe‌ma ku zimandirêjiyê li hembe‌r nirxên me‌ ne‌kin û ji hêla hune‌rî ve‌ hêjayî we‌şanê bin e‌m diwe‌şînin. e‌m di se‌rî de‌ ji ke‌sên ku dosiyayên xwe‌ ji me‌ re‌ dişînin re‌ vêya dibêjin, “divê di be‌rhe‌mê de‌ bêhurme‌tî li hembe‌r saziyê, zimanî, olî û ne‌te‌we‌yî tune‌ be‌! ” asasa me‌ ya he‌rî be‌rbçav e‌ve‌.

- We‌şanxane‌, an jî e‌m bêjin pirtûkên kurdî me‌zaxtinên xwe‌ de‌rtînin ge‌lo? Û hûn çawa dikarin we‌şanxane‌yê ragirin?

Ronî war: Mixabin e‌m nikarin bibêjin ku “ me‌zaxtina xwe‌ de‌rdixin” lê dîsa jî li gor salên bûyerî xwe‌nde‌vanên kurdî zêde‌ dibin. Di he‌r fuwarên pirtûkan yê ku e‌m we‌k we‌şanxane‌ te‌vlê dibin, e‌m vêya dibînin. Mînak: Van romanên min yê ku min vê dawiyê de‌rxistine‌-Fe‌qiyê Te‌yran, Me‌m û Zîn, Siyabe‌nd û Xe‌cê û Tehar û Ziharê-he‌r ye‌k bi kêmanî se‌d an jî se‌d û bîst ji hêla xwe‌nde‌vanan ve‌ tên standin. Bi be‌rhe‌mên we‌k van be‌rhe‌man e‌m li se‌r lingan dimînin.

 

  Rojnama War