Di sala 1965an li Gundekî nêzî Qamişlo ji daykbûme û xwendin xwe ya navendî li qamişlo qedandiye lê ji ber nebûna derfeta xwendina
xwe li cî hiştiye ji ber ku mirovekî Biyanî (Mektûm) bûm û bê nasname bû û dibêje heya niha jî nasnama min tune ye, di sala 1982an de dest bi karê wêjeyî kirye, dema ku li paytextê Sûriyê bû û li ber destê nemir Osman Sebrî fêrî zimanê Kurdî bûye û di şert û mercên tinebûna derfet û dibistana û bi imkanên xwe xwe pêş xist, û dibêje “dema ez vegeryam Bajarê Qamişlo û bi alîkariya hin biraderan, min hest kir ku gelê me pêdiviya wî bi fêrbûna zimanê Kurdî heye, loma min pirtûka (fêrkirina zimanê Kurmancî) nivîsand û korsên zimanê Kurdî min vekirin” û di sala 2006an bi fotokopî 1000 dane çapkirine, heya ku bi awayekî fermî razemendî li ser çapkirina wê hat û li weşanxana Elzeman li şamê di sala 2012an de çap û belav bû û pir deng da û heya niha sê çap jê derketine, û wek pirtûka perwerdê ji penaberên kurd yên rojava li dibistanên can tê perwerde kirin û niha li bajarê Batmanê li Bakurê Kurdistanê jiyana xwe didûmîne, min ew li Konfiransê rewşenbêrên rojavayê Kurdistanê li Amedê dît û bi xem û keser li ser xwe û pirtûkên xwe û ked û westana xwe diaxivî, mirovekî xemxurê ziman û wêjeya Kurdî ye, xudanê gelek imakana ne û behsa wan ji mere kir nemaze li ser ziamnê kurdî û di vê derbarê de got ku “di bin şert û mercê qedexebûna ziman kurdî li rojavayê Kurdistanê li ser imkanên xwe yê zatî û bi insiyatifa xwe berî 15 salan min korsên zimanê Kurdî vedikirin û bi sedan gêncên kurda li ser destê min perwerde bûne û li dawiya her korsekê min bawername didane şagirtan”
Mamosta Selah ne tenê di warê ziamn de zîreke na ? di ware Rojnamegerya Kurdî de jî xwedan ezmûn û kedek mezine û dibêje ku min di gelek Kovarên Kurdî de kar kirye mîna “Gulîstan, Roj, Jîn, Rewşenbîrê pêşketî (Erebî), Mewasim, Zanîn, Gulîzar taybet bi zarokan…Hwd” û tevde di nava şertên bê derfet û imkanan ji aliyê Abûrî û ji aliyê ewleyî de dihatin rawestandin, û ji ber wan sedeman min bi gelek nava gotar û babet nivîsîne, û dibêje ez mîna ( Leşkerê winda ) me kes nizane ez heme yan tune me, bi dehan pirtûk min pêdaçûn di wan de kirye û min serrast kirne, lê navê min ne diyar bû, û em dibînin çiqas xelat tên belav kirin, gelo hatiye bîra saziyekê yan festîvalekê ku bêjin ev jî ked û westana wî di ber ziman û wêjeya kurdî de heye de ka em rêzlênanekê lê bigrin, na mixabin!?
Berhemên wî.
bi tevayî xwedanê 22 berhemane, pêkhatine ji helbest û ziman an werger bi Kurdî û Erebî, û heya niha 4 çapkirne.
Dîwana Nûbar sala 1999
Agirê Sînema Amûde ya Mela Ehmed Namî (Werger) bi fotokopî çap kirye sala 2000
Dîwana Hêviya min sala 2003
Fêrî zimanê Kurdî bibe ( Fotokopî) sala 2006
Fêrî zimanê Kurdî bibe weşanxana El-zeman sala 2012
û gelek berhemên werger û helbest hîn nehatine çapkirin.
pirtûka wî ya girîng a bi navê Bûyerên Dîrokê ku heya niha 61 hezar bûyer civandinê ji beriya zayinê heya niha li ser estê dunyayê tevî kêmbûna çavkanîyan xebat berdewame.
li ser Pirtûka Agirê Sînema Amûdê ya Mela Ehmed Namî dibêje “ min li ser bihîstibû, ez lê geryam min peyda kir û min wergerand û mamosta Ibrahîm Elyusiv pêdaçûn têda kir, û piştî destûra malbata wî, min bi destê xwe 1000 dane li malê bi fotokopî çap kir, û di van salên dawî de çapek din jê derket bi wergera Qadir Egîd ku dezgeha Sema çap û belav kirye.
mixabin ji ber şert û mercên dijwar ku îro rojavayê Kurdistanê têde derbas dibe Mamosta Seah Mihemed necar bûye koçî bajarê Batmanê bûye, û dibêje ku gelek zerar li me bûye û ez necarim kar bikim bo debara mala xwe, û li welat jî rewşenbîrên Kurd îro dixwazin bibin xwedan deng û dixwazin vî tiştî jî bi gelek awayan pêk bînin û gelek girûp û komik çêbûne, û dibêje ez tevlî çi komê ne bûme û daxwaza wî hevgirtina rewşenbîrên rojavayê kurdistanê ye, û ji bin bendora partiyên siaysî derkevin, û hêviya wî ew ku berhem û wergerên wî werin çapkirin û belavkirin.