Share |

Nizamettin Ariç xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah” wergirt

Cemîl Horo û Bavê Selah du dengbêjên herêma Çiyayê Kurmênc (Efrînê) ne û li seranserî Kurdistanê navdara in, li bajarê Bonnê xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah ji bo Afrandina Hunera Kurdî” hate damezrandin.

Ji bo bîranîna herdu hunermendên koçkirî yên herêma Efrînê Cemîl Horo û Bavê Selah, li bajarê Bonn ê Almanyayê û bi beşdariya Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê, festîvaleke rêzlêgirtinê ji ailyê komek rewşenbîr û çalakvanên Efrînê ve birêve çû. Festîvala ku dê her du salan xelatkê pêşkêşî hunermendekî di warê mûzîk û strana Kurdî de xebat kirine bike, vê carê pêşkêşî hunermend Nizamettin Arîç bû.

Nivîskarê Efrînî Elî Cafer li ser vê xelatê ji K24ê re got: “Em dixwazin du dengbêjên xwe yên gelek ked û xebat dane ji bo parasrin û vejandina kultura Kurdî bibîr bînin, ta ku bibe piştek ji bo hunermend, wêjevanên xwe bibîr bînin.”

Hunermend Nizamettin Arîc di dema wergirtina xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah de got: “Ew stayla Çiyayê Kurmênc bo hunereke taybet di nava hunera Kurdî de, bo rengekî taybet di nava hunera Kurdî de ye. Ez vê xelatê distînim, ji bo min pîrozî û serbilindî ye.”

Hunermenda Efrînî Evîna Welat ku ew jî beşdarî vê festîvalê bûbû ji K24ê re got: “Her du hunermend sînorên Efrînê derbas kirin û Kurdistanî bûn, ji ber wê gelek binavûdeng bûn û Çiyayê Kurmênc bi wan hat naskirin.”

K24 – Bonn