Share |

Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bi beşdariya 350 weşanxane dest pê kir.

Roja çarşemî 09.04.2025 bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî û bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê, 17emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê dest pê kir.

 

Pêşangeha ku ji aliyê dezgeha El.Meda,  a Çand û Hunerê  ve hatiye organîzekirin dê heta 19ê Nîsanê li meydana pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê li parka Samî Ebdulrehman berdewam be.

 

Di gera îsal de a ku Kurdistan 24 sponseriya wê dike, zêdetirî 350 weşanxane ji 22 welatên erebî û biyanî beşdar dibin, ku hinek ji wan cara yekem e, ji welatên cîran, Mexrib û welatên kendavê beşdar dibin.

Li gorî daxuyaniya Dezgeha El-Mada, mijara çapa îsal "Cîhan bi Kurdî Di’axive" ji bo pîrozkirina zimanê kurdî û pêşketinên wî yên salên dawîn, bi taybetî bi berfirehbûna wergera ji zimanên cihêreng ên navneteweyî û ketina zimanê kurdî di nav zimanên sereke de li ser motora lêgerîna cîhanî ya Google, hat hilbijartin.

Di dirêjahiya pêşangehê de, bi beşdariya rewşenbîr û pisporên kurd, ereb û biyanî, ji bo gotûbêjkirina mijarên werger û ziman, dê Semînar ûdiyalogên çandî bêne lidarxistin.

Her wiha dê bi hemahengî li gel Komeleya Weşanxane û Pirtûkfiroşên Iraqê, atolyeyên li ser rastiya pirtûkan û pîşesaziya weşangeriyê werin lidarxistin.

Di bernameyê de her wiha rûniştinên rewşenbîrî û wêjeyî, şevbuhêrkên helbestan û îmzekirina pirtûkan jî hene. Çalakiyên çandî dê li gel Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û rewşenbîrên li Iraqê bên hevrêzkirin.

 

Her wiha di pêşangehê de gelek çalakî û semînerên hunerî yên derbarê rewşa Iraq û navçeyê de wê bên pêşkêşkirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê, bi dirêjahiya gerên xwe yên li pey hev, bûye platformek ku nivîskar û rewşenbîrên ji çaraliyê cîhanê kom dike, di nava wan kêşeyên ku di serdema dîjîtal de rû bi rû ne, şewqa pirtûkan vedigerîne.