Share |

Pêlava pîroz… Îsmaîl Hacanî

Çend di ber çayxanê re burîba, herdu ketên pêlava wî di destê wî yê rastê de bûn û destê çepê rihên wî yên bi qirêj dixurandin û cigarek di nav lêvan de bû.

Rihên wî yên reş û dirêj hemû qojîşk û girçinên dêmê wî yê xemgîn nixaftibûn. Te ne dizanî ka eve mirovekî lal e yan bi ziman e, dilşad e yan xemgîn e, lê her hadir te digot eve li tiştekê berze digerit. Çinku rojê hizar caran serê bajêrî heta binê bajêrî dipîvan û serê wî yê şûr li ber piya. Çend gehiştiba çayxanê, mam Îsif bi rihên xwe yên spî ve ji pêşve radibû. Rundik bi çavan de sêrêzî dibûn û îsk dihatinê û digot:

- Xweziyên wê rojê mamo, dê bila ez û tu herdu mirban û me ev roje nedîtiba.

Wî gelek caran xwe diqelast ji ber bertivk û sîfunên koka, ewên mezin û zarokan bi hev re têwer dikirin. Demê mam Îsisî Miho di vê rewşê de didît ture dibû û ji Mihoyî bê aqiltir dibû û dest bi kirêtî û xeberên kuçerî dikir:

- Hûn nizanin ew kî ye hey serqozdayên serqozdayî, eve Mihê ye. Mîr Mihê ye. Zelamê rojên giran bû, çeperê sîngê dujminan bû. Di germe germa şoreşê de gule bi berçêlkê keft û hindî em hatinê xwe derman bikit, xwe derman nekir û got: «Heke ez zelam bim û bi guleya dujminî bimrim, hema bila bimrim, hema bila bimrim û heş bi min wer bit. Ez ji hevalbiçukê vî siruştî çêbûme. Dermanê min zaxa vê axê ye». Wekî hirçekî birîndar, niro û xwe avête di gera avê de û birînên xwe bi avê kewandin. Evroke hûn yariyên xwe pê dikin. Bi xudê hûn miletekî ne hêjayî jiyanê ne. Hûn diznain çima em heta nihu nebûne çi? Çinku em pê li pîroziyên xwe dikin! Heke eve li welatekê biyanî ba da peykeran bo çê kin.

 

Ew nedikenî û nedibişkurî û wekî tirênê ji hêla xwe dernedikeft û her û her li tiştê xwe yê berze digeriya. Gelek caran evên çivêl û êvelî bi keniyeka sar da bêjinê: Were eve dînarek e, ne ya te ye? Hinda digotê: Were eve gustîrkek e, ne ya te ye. Wî mûyek li xwe şaş nedikir û her berdewam bû li ser rêpîvana xwe. Heke têhnî ba jî, bo kupekê avê hîvî ji kesê nedikirin, xwe diçemande ber henefiyê û av dihilçinî. Heke birsî ba li ber agirdankên çi xwaringehan nedisekinî, tinê da destê xwe şûrkite nav bermîla gilêşî, pirteka nanî bi dest xwe girit û rêka xwe pîvit. Dîsan evên çivêl da xwe dine êk û bêjinê: Were, evî divêt pêlava te bikirit, tu bi çendê difiroşî? Bi heft dînaran .. bi pazde .. bi sedan?

Miho reş dibû, şîn dibû, sor dibû, zer dibû, da ji nişka ve pûra serê xwe girit û ji binê piya kite qêrî:

- Eve pêlava şoreşê ye, ne pêlava pên kuçik bin mîna hewe ye. Ji pêş çavên min herin ber dîwaran bikewtin hey kuçkên pîs.

Wê rojê li ber derîkê xwendingehekê rawestiya û çi zarokê borîba, rawestand û gotê: Ha bo te vê pêlavê. Lê hemû pê dikenîn û digotinê: Pêlava te ji qalibê me mezintir e. Hindekên din jî digotin: Tejî sergîfkna şekalênwekî wê ne.

Dîsan têk diçû mîna werzên salê rengê xwe diguhurî û serê xwe şûr dikir. Bi wan xema ve tasiya û ji bajêrî derket. Piştî sê rojan li ber kulkekî veder ji bajêrî kelexê wî dîtin û pêlava wî hêj ya li ber sîngê wî. Cendekê wî bir goristanê û herdu ketên pêlavên wî avêtine ser gîfkî.

Têbînî: Ev çîroke diyarî bo giyanê ragirê dînên Sêmêl (Miho)yî. Ev kesê he li şoreşa Eylûlê pêşmergekê aza bû. Ew di şerekî de birîndar bû û wenekir bihête derman kirin. Piştî şikestina şoreşê dîn bû û kete kulanan. Hemû deman pêlava wî di destî de bû û ne dikire pê xwe, çinku pêlava şoreşê bû. Lê piştî serhildanê Miho bi pêlav ket. Mixabin di roja 6/4 2008ê de çû ber dilovaniya Xudê.

 

duhokwriters