Share |

Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Dihokê birêve diçe

 

Di salvegera pêncemîn a referanduma serxwebûna Kurdistanê de, roja yekşemê 25ê Îlona 2022an de, Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê dest bi karên xwe kir

Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û beşdarbûna 135 nivîskaran ji her çar perçeyên Kurdistanê û welatên Ewropayê, Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Dihokê dest bi çalakiyên xwe kir.

 Serok Mesûd di gotara xwe ya, liFestîvala Rewşenbîrî ya Dihokê de got ku tişta herî metirsîdar li ser me ew e, dixwazin îradeya me û baweriya gelê me bişkînin ku niha meydana şer li ser milê rewşenbîr û nivîskaran e û divê plana nehez û dijminan pûç bikin.  

Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Dihokê bi beşdariya serokê Dezgeha Sema birêz Arif Remezan û sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê ye û gelek mijarên dîrokî, wêjeyî û dîroka ziman wê bên behis kirin  û semînar li ser werin dayin û wê 2 rojan berdewam bike.

 

.