Share |

Panel-Li Ser Nivîskar û Lêkolînerê Kurd Sadiq Bahaedîn Amedî

 

Sadiq Bahaedîn Amedî yek ji wan nivîsera bo yên jîyana xwe terxankirî jibo ziman û edebîyat û komkirina folklora Kurdî, her ji salên hefteyan dest bi çapkirina pirtûken ziman û edebîyata klasîka Kurdî kiriye.

Wî karîbû di pirtûka Hozanvanên Kurd de, ku di sala 1980’an de çap bûbû, 17 helbestvanen klasîkên Kurd ji hemî deverên Kurdistanê dabû nasandin û ew pirtûk bûye bingeh jibo nasina helbstvanen klasîken Kurd jibo nifşên nû û xwendkaren zanîngehan.

Disan Sadiq karîbû yek ji klasîken Kurd yen nenas bide nasîn û berhemen wî di pirtûkeke de bîne pêş xwendevanan ku ew jî helbestvanê Kurd Pertoyê Hekarî bû ku wî di sala 1978’an ev pirtûk çap kiribû.

Li ser berhemên nemir Sadiq Bahaedîn Amêdî gelek tezên mastir û doktorayê hatine amade kirin.

Dr. Fazil Omer yek ji penelîstan bû ku behsa rola Amedî di werara zimanê Kurdî de kir ku di salên hefteyan û wan jibo xwendkaren Kurd li Bexda berhemên wî berhev û çap kirin.

“Amêdî îdyomên Kurdî çap kirin û pirtûkeke berfireh de cîh dabû berhevkirina biwêjên her du zaraveyên Kurmancî û Soranî.”

Dr. Nîmetula Hamîd jî qala rola Amedî di edebîyata Kurdî de kir û bo çend qonaxan parve kir.

“Di qonaxa yekê de Amedî di Radyoya Kurdî li Bexda kar dikir û çar bername di radyoyayê peşkês dikirin. Di qonaxa duyê de karkirina wî li Yekîtîya Niviseren Kurd û Kora Zanyarî Kurd.”

Dr. Serwer Sadiq Bahaedîn jî behsa berhemên wî yên neçapkiri kir û got ku di Zanîngeha Zaxo wê hemî berhemên Amêdî di projekeyeke dê çap bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Sadiq Bahaedîn Amêdî di sala 1918’an de ji dayik bûye û wî di sala 1982’yan de koça dawî kir.

 

dengeamerika