Roja sêşembê (20.02.2018) li Egitim-Sena Amedê, saet di 15.00an de, bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê panelek hat lidarxistin. Axaftvanên panelê Osman Ozçelîk, Qedrî Yildirim û Resul Geyîk bûn. Panel bi moderatoriya Fatma Budak Guler bi rê ve çû.
Axaftvanê yekem Osman Ozçelîk bû. Ozçelîk wek mijar li ser dîroka Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê rawestîya. Di axaftina xwe de got ku dema Brîtanya ji kolonîyên xwe yên Hindîstan, Benladeş û Pakistanê vekişîya, bi navê Pakistana Rojhilat Bengladeş hat binavkirin. Dewleta Pakistana Rojava ku zimanê wê urduyî bû, zimanê bengalî qedexe kir. Di sala 1952yan de, xwedekarên Bengalî li hember vê derketin û xwestin ku bi zimanê xwe perwerde bibin. Lê dewleta Pakistanê êrîşê xwendekaran kir. Xwendekar hatin kuştin. Tevgera ziman di nava bengalîyan de xurt bû. Axaftvan Ozçelîk di axaftina xwe de balê kişand ser girîngîya fermîyeta ziman.
Piştî wî Mamoste Resûl li ser mijara hîkirina ziman rawestîya. Got ku heta dewleta netewek tune be zimanê wê neteweyê di xetereyê de ye. Axaftvan balê kişand ser taybetîyên zimanê kurdî yên wek ergatîf û zayendê ku divê di hînkirina ziman de li ber çavan bêne girtin. Lê hînkirina ziman bi rêya giramerê jî wek karek çewt nirxand.
Qedrî Mamoste di destpêka axaftina xwe de kedkar û rêberên zimanê kurdî bi bîr anî. Wî jî balê kişand ser girîngîya fermîyeta ziman û bi helbesta Ehmedê Xanî ya di Mem û Zînê de: “Ger dê hebuwa me serfirazek/Sahib keremek suxennewazek//Neqdê me dibû bi sikke meskûk/Nedma wehe bêrewac û meşkûk” fikrên xwe anîn ziman.
Rojnameya Kurdistan .