Share |

PEN'a Kurd kongreya xwe ya 9 an li dar xist

 

Endamê PEN'a navneteweyî PEN'a Kurd 9'emîn kongreya xwe li Resepsiyona Parka Sumerê ya

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk anî. Di kongreyê de Bedîrxan Sindi, bal kişand ser 100'emîn salvegera peymana Sykes-Picotê diyar kir ku hêzên navneteweyi dixwazin vê peymanê bêtir dirêj bikin. Sindî anî ziman ku Kurdistana di nava Fars, Erap û Tirkan de perçe bûye wekî wan rewşenbirên kurd pêş dikevin û kurd bi rengê xwe rewşenbiriyan pêş naxin. Sindî, da zanîn ku Kurd PEN dê rewşenbirê kurd ên cewherî pêş bixe.

 

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî anî ziman ku girîng e ku Kurd PEN bibe pergala hevserokatiyê. Piştî axaftinê piştî civînekê dê hevserokên xwe hilbijêrin.

 

AMED (DÎHA)   (mae)