Hozan Emîn- Nivnîşana pirtûkeke nû ye “Simo Wisa Axivî”. Ev pirtûka ji nivîs û berhevkirina Şêx Tewfîq Alhuseynî,
bi jimara 30 ji zincîreya weşanên Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî li Dubey der çû ku ev pirtûk ji pêkenok û serpêhatiyên kesayetiya naskirî Ismaîlê Dîn(Simo) li bajarê Amûdê û dewr û berê wê pêk tê. Kesayetiya Simo, çîrok û serpêhatiyên wî yên ku li nav civatê rû dane nêzîkî çil salana êdî hatine naskirin û bûne mîrateyek gelerî.
Pirtûk, bi zimanê Erebî ye û ji 48 serpêhatîyan pêk tê di nava 95 rûpelan de. Berg ji wêneyekî kêmpêyda yê Ismaîlê dîn pêk tê ku ji erşîva niviskar hatiye wergirtin.
Ev berhema ku nivîskar Şêx Tewfîq Alhuseynî berhev kiriye ji encama xebat û karekî bêhempa ji aliyê wî ve ta bûye pirtûk û belav bûye. Di encama geriyanekê li nav kes û mirovên ku Isamîlê dîn li malê wan bûye mêvan û bûne şahidê wan bûyeran û bi dahênana xwe ya wêjeyî xurt karîbû van çîrok û serpêhatiyan bihûne bi şêweyekî edebî ku kêfxweşiyê dixe dilê mirov û gernejînê li ser lêvê mirov çêdike û xwendevanan dixe atmosfera wan çîrokan. Ev çîrokên ku lehingê wê Ismaîlê dîn bû, ew kesayetiya ku gelek taybetmendiyên bi nakok di nava xwe dicivand ku ji di ruhê xwe de henek, pakî, mêranî, dînitî û gelek taybetiyên dî dihewand, her weha ev pirtûk destnîşan dike ku ev kesayetî ne efsane bû lê belê rasteqîn û heqîqî bû. Nivîskar, di pêşgotina pirtûkê de li ser Îsmaîlê dîn weha dibêje: “ Baş e, teniya bû, bi dînîtiyek jêhatî bû, zû bersiv dar bû tevî xeflet û cehaleta wî, tevgera wî bi dînîtî û zirz bû carna.”
Ismaîlê Dîn, ne dîn ji dayik bûbû, wek hatibû naskirin û pêvoka Dîn li pey navê wî hatibû danîn, lê belê wilo bibû û sernekeftina wî ya evînî û leriziyekê xurt hişt wilo bibe.
Şêx Tewfîq Alhuseynî, li ser mîratê xwe û berhemên edebî û çandî zêde kir û pirtûkxana Kurdî dewlemendtir kir bi vê pirtûkê ku wê di bîrweriya gelê kurd de bimîne. Nivîskar, hunera xwe ya nivîsanidnê û dahênaniyê ku ji nav destê mezintirîn ilimdarê bajarê Amûdê derketiye û ji binkoka malbeteke weltaparêz û older e, zanistî û elmê fiqih ji bav û kalikên xwe wergirtiye. Alhuseynî, li Gundê Girê Moza (Orkêş) ji dayik bûye û paşê bar kirine Amûdê, ji biçûkatiya xwe li dîwanxana bavê xwe guhdarî qesîdê Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî kiriye û her weha di nav pirtûkên Edebî, zagonî û şerîetê de mezin bûye. Ev pirtûkên ku bavê wî berhev dikirin û di pirtûkxana xwe de bi cih dikirin ew pirtûkxana ku tê naskirin bi mezintirîn pirtûkxanê di wê demê de li deverê tev.
Di hevpeyvînekê de ku nivîskar Dîlawerê Zengî de ku pê re çêkirbû de weha dibêje: “Di wan deman de min didî zilamên bi rih û bi kofî dihatin cem me, di nav hev de dipeyvîn û radihiştin pirtûkan, li ser mahne û li ser gelek tiştên ez tênedighiştim diaxivîn.” Dibistana seretayî li bajarê Amûdê qedand û ya amadeyî li bajarê Qamişlo bi dawî aniye û li Zankoya Amûdê ya olî, zanist, mentiq, tefsîr, şerîa islamî û Zimanê Erebî xwendiye, li ser xwendina xwe weha diaxive: “Min li Amûdê sê Zankoyên xwendina bilind dîtin, prosesa Zankoyê û metriyalên wan ên wê çaxê wek yê Zankoya Alezher bûn, ew pirtûkên ku lê me dixwendin, eynî yê Alezherê bûn.”
Nivîskar heta niha; kurteçîrok, şano û gelek lêkolîn(Lêkolîn li ser ola yezîdiyan, Lêkolîn li ser ola Zerdeştiyan, li ser olên kevnar û mijarên din nivîsanandine), ferhengek bi sê Zimanan çapkirye (Kurdî-Engilîzî-Erebî) û ferhengek dî bi Kurdî û Erebî, û gelek pirtûkên nivîskar û romannivîsên mezin ji wêjeya Dinyayê wergerandine wek; Bêrnard Şo, Con Staynberk, Yaşar Kemal, Ezîz Nesîn, Agahta Kristîn û hwd...
Em cihan û kesayetiya edbiyatzan û Şêxê rewşenbîran Şêx Tewfîq Alhuseynî lêbikolin, wek ketina nava derya û em li ser veşartiyên wî û ecayibê wê biaxivin, em bi kurtî dikarin li ser bêjin; nivîskar û dahênanek mezin e hege em pirtûkên ku wî nivîsandine bijmêrin em nikarin bi dawî bikin nêzîkî 60 pirtûkên şirove, lêkolîn û wergerê pêk tên, bi şerha Qesîda Albirde ya Imam Alboserî dest pê dike û bijarteyên dîwana Alcizîrî (Aleqd Alferîd) ta bi Simo wisa Axivî bi dawî tê.
Pirtûka ‘Simo wisa axivî’, çîrok û hîkayetê ku bûne pend û şîret di nava civaka kurda de, mîna pêkenokên Nesredîn Xocê turk û kesayetiya Cihha di mîratê gelerî Erebî de, hikayetên Simo jî ne kêmî wan in ji aliyê balkêşiya xwe û henekên xwe ve ku gelek tişt wan dighînin hev yek jî ew e ku; her sê kes jî li ser pişta kerê xwe digeriyan û hezkiriyê gerê bûn, carna etar bûn û carna jî parsek bûn…
Em yek ji henekên Ismaîlê Dîn di dawî de werdigerînin ku li ser bergê pirtûkê ya paşîn hatîye danîn.
“Hege We Vexwar Hûn Dibin Wek Min, Hege Ez Vexum Ezê Bibim Wek Kê?
Tê gotin ku çend xort, li bin sîbera daran di nav bexçakî de lihev vehewyabûn û peyalê xwe li pêşiya xwe rêz kirbûn û xwarinên xweş danîbûn û araq vedixwarin. Ismaîlê Dîn, di ber wan re derbas dibe, ban dikinê û wî vexwendî rûniştinê dikin, hema di cih de Ismaîlo rûdinê û dest bi xwarinê dike, jê re peyalek araq dadigrin û pêşkêşî wî dikin, dibêjin:
- Kermeke vexwe.
Lê Ismaîlo venaxwe. Tevî hemî hewldanan ku pê bidin vexwarin û gelek lê zor dikin jî lê bê sûd bû ji ya xwe daneket û venexwar. Xwest vê israra wan bi dawî bîne.
- Tê bê qey hûn jî bêaqil in, ma hûn jî dîn in?
- Hûn vedixun dibin wek min, ez vexum ezê bibim wek kê?...
13 July, 2009 08:35:00