Share |

Pirtûka Roza Metîna ‘Guliyên Ji Bêhna Şimamokan’ ji weşanên Aryenê, derket

Berhema Roza Metîna a bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” ya ji 7 çîrokan pêk tê û tê de cih didie têkoşîna jinên kurd, ji Weşanxaneya Aryenê, derket.

 

 Pirtûka Roza Metîna “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” a ji 7 çîrokan pêk tê ji Weşanxaneya Aryenê, derket. Wêneyê berga pirtûkê ji aliyê Zehra Dogan ve hatiye xêzkirin. Ev berhema Roza Metîna ya şeşemîn e. 4 çîrokên di vê berhemê de cihê xwe digirin di pêşbirkên çîrok û helbestê yên cuda de hêjayî xelatê hatine dîtin. Di sala 2019’an de di 8’emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt de di beşa çîrokên Kurdî de çîroka “Guliyên Ji Bêhna Şemamokan” xelata yekemîn girtibû.

 

Têkoşîna jinên kurd kir mijara çîrokên xwe

 

Roza Metîna di pirtûka bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” de bal kişandiye ser têkoşîna jinên kurd û lehengên van çîrokan jî jin bi xwe ne. Her wiha gelek motîvên kurdewarî di vê berhemê de cihê xwe digirin û berxwedana jinê ya li dijî sîstema desthilatdar û yekperest jî mijara gotinê ye.

 

Berhemên Roza Metîna:

 

Bilindahiyên Xwedanwend (Helbest)- J&J- 2014

 

Hêviyên Dilazad (Helbest) – J&J- 2015

 

Sêgoşe û Çargoşe (Çîroka Zarokan)-Weşanxaneya Hîva

 

Tilîya Qereqûçkê (Helbest) – J&J- 2019

 

Antolojiya Çîrok û Helbestên Nivîskarên di Zindanan de-Rabûna Berî li Gulberojan (Li ser navê PENa Kurd)-2023

 

Guliyên ji Bêhna Şimamokan (Çîrok)-Weşanxaneya Aryen-2023