Share |

Pirtûka Serok û Merok Ya Qado Şêrîn Ji Nav Weşanên Sema Derket

 

Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî berdewame di çapkirin û belavkirina pirtûkên nivîskarên kurd û pîlana xwe ya sala 2009an  bi çapkirina pirtûka Serok û Merok ya nivîskarê kurd Qado Şêrîn berdewam e. Ev pirtûka hêjayî xwendinê bi naverokek cihêreng dixe nav destê xwendevanên zimanê Kurdî.

 

Ev pirtûk di nav rêza weşanên Sema derdikeve û ji zincîreya berhemên Sema ya 31ê ye.

 

Babeta pirtûkê çîrok in û ev pirtûka ku ji 24 kurteçîrokan pêk tê 120 rûpel in ku nivîskar ev çîrok di navbera salên 1993 - 2006an  de nivîsandine.

 

Karîkatêrê li ser berga pêşiyê û yê nivîskar ji aliyê şêwekar Inayet Dîko ve hatine çêkirin. Û berga paşiyê ji Fermanekê ku bi destxeta nivîskar e hatiye danîn, naveroka Fermanê jî ev e:

 

Fermana 11an

 

Ji serokê Rojhilat û Rojava û Bakur û Başûr, divê ji niha û pêde hûn tenê vê durişmê ‘Bijî serokê me û bavê ji bo keç û jinên me!’ li şûna ya berê ‘Bijî serok Qilçix!’ bilind bikin.

 

Ê ji we ji vê duruşmê pêve bilind bike, ewê bê xazoq kirin, ta ku bimre.

 

Serokê we û bavê we...

 

Qilçixê Xemxur

 

Ji vê fermanê ku dişibihe fermanê sultanê Osmaniya naveroka çîrokan diyar dibe û şêweyê nivîskar di nivîsandina çîrokê de xuya dibe, bi awayekî rexne di gel qerf û henekên civakî ku bi zimanekî gelêrî û rehet dixwaze hin aliyên civaka Kurda, saziyên wan ên siyasî, partî û rêvebiran rexne bike û wan hişiyar bike bi wan qilcixên xwe û dixwaze wan erf û adetên nerind di civakê de bi riya wan nameyên xwe rake.

 

Qado Şêrîn: Ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1967an de li gundê Nehrozî yê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li wir xwendiye, paşê digel malbata xwe çûne Qamişlo û li wir xwendina xwe ya amadeyî (Lîse) bi dawî anîye û derbasî Enstîtuya Matemetîkê li bajarê Dêra Zorê çend salan mamostetî kirîye. Berê xwe daye Ewrûpa û li welatê Holenda niştecih bûye û ta niha jiyana xwe li wir didomîne.

 

Nivîskar, digel çîrok nivîsînê, lîstikvan e û di hin şano yan de derketiye ser depê şanoyê û her bi rolê xwe yê komîdî hayiye naskirin. Wî gelek çîrok û gotar li ser  kovar û malper ên internetî û rojnameyên Kurdî belav kirine. Ji sala 1982an vir de karê nivîskariyê dike û pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê ‘Serok û Merok’  berhema wî ya yekem e di warê çîrokê de û her weha pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Şêxo (Digel birayê wî Beha Şêxo) çap amade kiriye û çap kiriye.

 

Her weha xwedanê Malperek enternêtê ye ku di bin navnîşana  www.qadoserin.com de, hemî babet, nivîs û hevpeyvînên xwe li ser belav dike.

 

Hêjayî gotinêye ku Qado Şêrîn, ev berhema xwe diyarî Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî  li Başûrê Rojavayê Kurdistanê kiriye û mafê belav kirin û firotina wê daye wan ku sûdê jê werbigrin di xebatê xwe yê bi rûmet ên di warê fêrkirina zimanê Kurdî de. Bi vê helwesta wî jî birêz Qado Şêrîn, çendîn fidekarê doza netewe û pêşdebirina Zimanê Kurdî ye.

 

 

 

 Hozan Emîn

 

07 October, 2009 03:47:00