Avabûna Komara Kurdistanê li sala 1946’an rûpeleke girîng û trajîk e li dîroka gelê kurd û Kurdistanê. Gelek kesan li ser vê yekê gelek pirtûk nivîsandine, lê dîsa ev pirtûk xwendewanan têr nakin, ji ber ku belgeyên bingehîn yên ji arşîvên dîplomatên dewletên ku berjewendîyên wan (pozîtîv yan jî negatîv) li van bûyeran hebûye, hîn ne hatine vekirin. Her wiha derbarê komarê de hîn jî ji devê kesên di komarê de cih girtine zêde tişt nehatiye bihîstin.
Kakşar Oremar salên dirêj e ji bo ronîkirina dîroka Komara Kurdistanê dixebite, gav bi gav dişopîne û bersivên gelek pirsên baldar radestî me dike.
Taybetîyeke kar û xebatên wî ya lêkolînarîyê yek jî ew e, (tiştê ku berî wî ji alîyê gelek nivîskaran ve hatibû piştguhkirin), ew lêgerînên wî yên zindî ne ku li gel wan kesan kirine ku bi xwe di komarê de cih girtine. Bi rêya hevpeyvînên bi wan kesan re gelek tiştên nayên zanîn raberî ber me kirine. Van yekan mirov nikare di tu arşîvan de bibîne.
Ev cara yekem e ku hevpeyvîn û bîranînên kesayetên dema Komarê tên weşandin. Kakşar bi sebir û bênfireyî salên dirêj bîranên kesayetên dema komarê civandine.
Pirtûka ku ji du beşan pêk tê 648 rûpel e û rengîn e. Beşa yekem 160 rûpel nirxandin û analizên li ser komarê ne. Beşa duyem jî ji hevpeyvînan pêk tê. Di dawîya her hevpeyvînê de komek wêneyên têkildarî mijarê hatine bicihkirin.
Ew wêne bi serê xwe dîrokî ne û gelek tiştan raberî mirov dikin.
Kesên ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin ev in: Mîna Qazî (hevjîna Pêşewa Qazî Mihemed); Elî Qazî (Kurê Pêşewa Qazî Mihemed), Îfet, Munîr, Perwîn û Suheyil Qazî (Keçên Pêşewa Qazî Mihemed), Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî (Yek ji pêşengên leşkerî yên dema Komarê), Kerîm Zend (Mamosteyê dema Komarê), Menaf Kerîmî (Wezîrê Perwerdehîyê yê Komarê), Xenî Bilûryan (Sîyasetmedarê dema Komarê
Weşanxana Sîtav