Share |

Pirtûka (Zagros zengilê şaristaniyê…Mûzîk û afirînerî) ya nivîskar Nizar Yosif derket.

Pirtûka (Zagros zengilê şaristaniyê…Mûzîk û afirînerî) ya nivîskar û Hunermendê Kurd Nizar Yosif ji weşanên pertûkxaneya Xanî ya li bajarê Dihokê çap bû ,û di demek  nêzîk de wê bighê ber destên xwêneran.

Pertûk ji du beşan pêk tê, beşê yekem: Li ser amûrên mûzîkê yên ji demên berî dîrokê li Îrana kevnar, û karlêkirina bav û kalên kurdan yên afirîner di şaristaniyên kevin de, li çiyayên Zagros û welatên Miyaduav û bandorên wan li ser cîranan. Û her weha li dema Exmîniyan û hatina hêrîşên Girîkan bi serbaziya Alêksender ê Mekadonî heta bigihe zayînê.

Beşê duyem: Ji zayînê heta piştî sedsala bîstan, li ser hunerê û mûzîkê di dema Sasaniyan de û hatina hêrîşên Ereban, wergirtin û birina mîratên Sasaniyan. Piştî wê, dema Ebasiyan û rola afirînên kurd ên mûzîkjen di geşepêdana wê de, û belavkirina behemên wan, li bakûrê Efrîka heta welatê Endelûsê, paşê serdema mîrnişînên kurdan , û dema herdu dewletên Osmanî û Sefewî, beşdarbûn û tevkariya afirînerên kurd di mûzîkê û avakirina şaristaniyê de.

Bi hîvî me ku min karî be berhemekî ji pertûkxaneya kurdî û kesên bi van mijaran vê têkildar re pêşkêş bikim, hem jî bi be jêderek ji lêkolînên firehtir re.

 

Pirtûk lêkolîn în û şeroveyek li ser Amûra mûzîkê ye  ye û  ji du beşan, û 289 rûpelan pêk tê .

Bergsazî: Azad Mustefa Akreyî.

Derhênan: Lêkolîner Idris Omar.

Lêveger: Nivîskar Omer Resoul.

Û li ser bergê wê yê dawî ev nivîs heye.

Amûra mûzîkê berhevoka bîr û pêşketina gelan û şaristaniyên wan e, û yek ji giringtirîn encamên kartêkirina xwezayê li ser wan û pêhestîya wan bi bedewiya wê ye.

Ji Mezopotamiya û Toros, em digihêjin geşepêdana şaristaniyên yekem yên welatên Îlamê, Sûmer, paşê Xûrî û Mîtan û Med û heta piştî zayînê. Lewma tê gotin ku, kurdistan dergûşa xanedanyên mirovatiyê ya pêşîn e.  Wêneyên amûrên mûzîkê li ser berhemên wê qonaxê bêhtir ji 3250 B.Z, li Îlamê hatine xuyakirin, li Sûmer 3000 B.Z, di 2800 B.Z, diyar bûne.  “ew bêhtir ji du hezar sal berê Yewnaniyan in û hezar salan ji berê Misriyan in….“

 

Nizar Yosif