Share |

Qamişlo Wê Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn Hebbêz Bike

Endamên Komîta Amadekar yên Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn li sûriyê, civatên xwe yên amadekariyê berdewam dikin, ku îro roja Înê 24/10/2014z civata wan li Qamişlo li dar ket.

Di civata ku piraniya endamên komîta amadekar tê amade bûn , dem û cihê lidarxistina mehrecanê û şêweyê wergirtin û helbijartina helbestan hatin destnîşan kirin, herweha rewşa darayî û xelata mehrecanê û dabeşkirina kar li ser endaman , û weha biryar hatin dan:

 

Mehrecan wê roja înê  7/11/2014z li Qamişlo lidar keve û wê tenê rojekê dom bike ku wê ji demjimêr 10ê beyanî destpê bike ta demjimêr 3 piştî nîvro…

Komîtek hate destnîşankirin ji bo wergirtina helbestan ji helbestvanên dixwazin beşdariyê biklin:

-  Brahîm Mele Qasin ( bajarê Dêrikê û Girkê legê).

-  Miş´el Osman (Hesekê) .

-  Ebdulsemed Mehmûd û Dildarê Aştî û Mihemed Şêxo (Qamişlo û deverên dîtir)

 

 

Helbestvan dikarin helbestên xwe bi şêweyê faylekî(Word )  di riya nameyekê re li ser rûpelê Facebookê yê Mehrecana 19emîn li ser vê navnîşanê rêbikin:

https://www.facebook.com/pages/Mehrecana-Helbesta-Kurd%C3%AE/33088933376...

Komîta Amadekar ya Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê