Derhênerê kurd Behmen Qubadî, fîlma xwe ya “Werzî Kergeden” pêşkêşî mamostayê kurd Ferzad Kemanger û xwendekarê kurd Sani Jale kir.
Li gorî daxuyaniya beşa ragihandina fîlma “Werzî Kergeden” ya derhênerê kurdê rojhilatê Kurdistanê, Behmen Qubadî, ku nusxeyek bo AKnewsê hatiye şandin, Qubadî fîlma “Werzî Kergeden”, pêşkêşî xwendekarê kurd Sani Jale, ku di bûyerên 13 Sibata 2012 li paytex Tehranê de hatibû kuştin her wiha pêşêşî mamostayê kurd Ferzad Kemanger, ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû bidarvekirin, kir.
Di fîlma “Werzî Kergeden” ya Qubadî de, hunermendê navdarê Îranî, Behrûz Vosûqî, lîstikvana navdara Îtalî, Monîka Bellûçî, lîstikvana turk, Beren Saat, lîstikvanê kurd, Yilmaz Erdogan û hevjîna wî, Belçîm Bilgen û hunermendê Îranî, Areş Lebaf dilîzin.
sm AKnews