Bi boneya cejna Newroza pîroz revenda Kurd li iyaleta Ohayo ya Emerîkî ahengek organîze kir û hejmarek kesayetî û malbatên kurd yên kudistana Îran û Êraq û Sûrya tevlî wê bûn.
Beşdarên evê ahengê di axaftinên xwede bal kişandin ser wateyên Newrozê wekû rojeka pîroz û sîmbola azadiya milletê kurd li her cih û deverkê.
Ji aliyê xwe de çalakvan û rojnamevanê kurd Salih Demîcer di axaftineka xwe de ,ronî da ser şoreşa milletê Sûrya bi giştî û bi taybetî jî milletê kurd li sûrya li dijî zordarî û dîktatoriyê
Demîcer şoreşa ciwanên Sûrya pîroz kir û ji berayên Kurd ên hersê perçeyên Kurdistan yên din û dostên milletê Sûrya daxwaz kir ku piştgiriya şoreşa Sûrya bikin ,da ku roja Newrozê bibe rojeka nûh ji bo milletê Sûrya bi tevahî.
Di navbera axaftinan de amadeyên ahengê tevlî govend û dîlanên kurdî bûn û organîzeran hindek xelat jî li amadeyan belav kirin da ku nameyekê raghînin û bêjin, Newroz cejna şahî û hezkirinê ye jî wek ku ew cejna azadiyê ye di dilê her kurdekî de li seranserî welatên cîhanê.
Segvan Xelîl
USA
26-3-2012
Attachment | Size |
---|---|
newroz-amrika1.jpg | 40.35 KB |