Share |

Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin

 

Li Amedê 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin. Mêvanên bernameya yekemîn nivîskar Abdulla Peşêw û nivîskar-psîkolog Gunduz Vassaf bûn.

Li Amedê 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê bi hevkariya Navenda Hunerê ya Amedê, Wêjegeh Amed û Weşanxaneya Lîsê dest pê kirin. Bernameya rojên wêjeyê li ser kanala Youtubê ya Wêjegeh Amedê bi awayekî zindî hat weşandin.

 Bername li Navenda Hunerê ya Amedê dest pê kir. Nivîskar Lal Laleş bi kurdî û ji Weşanên Lîsê Ovgu Gokçe Yaşa jî bi tirkî bername pêşkeş kirin. Laleş û Yaşa qala naveroka bernameyê kirin û bal kişandin ser dewlemendiya bernameyê. Mêvanên roja ewil helbestvan Abdulla Peşêw û nivîskar-psîkolog Gunduz Vassaf bûn. Di bernameyê de destpêkê Abdulla Peşêw axivî.

 ‘ZIMAN NASNAMEYA NIVÎSKAR DIDE NÎŞANDAN’

 Peşêw diyar kir ku hêzek û çepereke wan a qayîm ku ji pola heye ew jî zimanê dayikê ye û got: “Mertala me zimanê dayikê ye. Ev çek li cem her kesî heye. Ji bo xweparastina tunebûn û qirbûnê heye. Her cihekî ku zimanê kurdî tê de be ew niştimanî kurd e. Lorîkên xwe ji zarokên xwe re kurdî bibêjin. Hizir û bîrdoziya me çi bibe bila bibe em dikarin li dora ziman bibin yek. Bi zimanê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cigerxwîn binivîsin. Ziman nasnameya nivîskar nîşan dide.”

 ‘LI DIBISTANÊ PERWERDEHIYA ZIMAN NEYÊ DÎTIN WÊ BÊZIMANÎ BIMÎNIN’

 Dûre Gunduz Vassaf jî diyar kir u tiştek çi qas mezin be ketina wê jî ew qas mezin dibe û got: “Wêje bi senayiyê mezin bû û niha di asteke şikestinê de ye. Niha ji bo pere û navûdengbûnê nivîskarî tê kirin. Di wêjeya nifşê nû de navê kesî nayê bibîranîn.” Vasaf anî ziman ku zimanên qedexe, yên ku bi winda bûne re rûbirû dimînin hene û wiha axivî: “Heke li dibistanekê perwerdehiya bi zimanê dayikê neyê dîtin wê demê bê ziman dimînin.”

 Wê bernama heya 31’ê Cotmehê de were lidarxistin. 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ku cara pêşî di sala 2013’an de û cara duyemîn jî di 2018’an de hat lidarxistin, bi piştevanîya sazîya ji bo Çandê Qad di cografyayeke ku ji sînorên dinyaya wêjeya Kurdî û Tirkî wêdetir diçe de, dê li ser înternetê bê lidarxistin.

 

AMED - Mezopotamyaajansi