Share |

Romana Helîm Yûsiv 'Firîna Bi Baskên Şikestî' derket

Nivîskar Helîm Yûsiv bi romaneke nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Romana bi navê "Firîna Bi Baskên Şikestî" ku qala Kobanê dike ji Weşanên Peywendê derket û yekem car li 7'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê gihîşt ber destê xwîneran.

 

 

Weşanên Peywendê par romana Helîm Yûsiv a bi navê "Wehşê di Hundirê Min de" derxistibû û roman gelek hatibû belavkirin. Niha romanek nû bi navê "Firîna Bi Baskên Şikeştî" ya Yûsîv derket. Yûsiv vê carê di romanê de berê xwe dide bajarê dilê kurdan Kobanî. Li gorî nûçeya Diyarnamê Hadî Kino kamîraman û derhênereke ji Kobanî ye, difikire ku ew bi alîkariya hevalê xwe yê senaryonivîs Burhan Emîn filmekî li ser dengbêjekî xort ku xwedikuje çêbikin. Lê dema bajarê wan ji hêla DAIŞ'iyan xwediyên alên reş ve tê dorpêçkirin û çavê dinyayê hemî dizîvirin ber bi wî bajarê biçûçik ve, yekser mijara projeya xwe ya fîlm diguherînin û dest bi kişandina filmekî li ser bûyerên rasteqîne yên bajarê xwe dikin.

 

Roman ji sê beşên bingehîn pêk tê, berê xwendevanan dide Kobaniya ku êdî dilê her kurdî ye. Çîroka karakterên wê derê mijara sereke ya romanê ye. Roman nû derket û di rojên dawî yên Fûara Pirtûkan a Amedê de li standa Weşanên Peywendê li benda xwendevanên xwe ye.

 

'BI HEZARAN ÇÎROKÊN HEZKIRINÊ LI PEY XWE HIŞTIN'

 

Yûsiv di parvekirina xwe ya medya civakî de ji bo pirtûka xwe ya nû wiha dibêje: "Dawiya sala 2014 bû, li Stenbolê li qehwexana Şahmaran min Rodî û herdu xwişkên wî Cîhan û Gulîstan dîtin. Şerê Kobaniyê û berxwedana wê ya efsaneyî li dar bû. Me behsa nivîsandina vê romanê kir. Rodî, diya xwe, xwişka xwe Gulîstan û hezkiriya xwe Perwîn hemuyan di şeveke xedrê de li ser destên xwediyên alên reş pişta xwe dan jiyanê û çûn.

Bi hezaran çîrokên hezkirinê li pey xwe hiştin. Ev roman jî yek ji wan e. Roman dê li pêşangeha pirtûkan ya Amedê bigihêje ber destên xwendevanan."

 

HELÎM YÛSIV KÎ YE?

 

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew berhemên xwe bi kurdî dinivîse û ev berhemên wî heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.

 

Berhemên wî yên çapkirî ev in:

 

"Mêrê Avis (çîrok. 1991), Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995), Mirî Ranazin (çîrok, 1996), Sobarto (roman, 1999), Memê bê Zîn (çîrok, 2003), Tirsa Bê diran (roman, 2006), Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008), Romana Kurdî (lêkolîn, 2011), Auslander Beg (çîrok, 2011), 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015), Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018), Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019), Firîna Bi Baskên Şikestî / Helîm Yûsiv (Roman / 2019.)" 

 

AMED -Mezopotamya