Share |

Romannivîs Omer Dilsoz :Nivîskarî ji bo min xemek e

Romannivîs Omer Dilsoz
Romannivîs Omer Dilsoz

Hevpeyvîn / Sîpan Norşînî :Hindek camêr hene mirov, bi salan bi wan re dimîne, dixwe, veduxwe, digere,

ticaretê dike; lê mirov tenê  dibe heval an jî nasê hev; lêbelê hindek mirov hene; bi çay vexwarinekê, bi çend giliyên xav, bi sohbeteke kurt, bi rêhevaliyekê, bi stranek an jî bi stranbêjekî mirov dibe dost. Piştî ku mirov bû dostê hev, ne hewce ye ku mirov zêde ji hev re bêje, hevdu nas bike û gotinên li ser lêv û diranan zayî bike, carekê ku dil li hev tevizî, têhna dil dişkê û êdî dostekî te heye.

Yê min dostekî min ê welê he ye: Omer Dilsoz… Yên ku tenê tasek av jî ji kewsera kurdewariyê vexwarine, dê vî camêrî baş nas bikin, belê ez behsa nivîskarê berkeftî Omer Dilsoz dikim.

Di kelekela havîneke Diyarbekir de min ew nas kir, piştî çend rojan me qewlek ji xwe re danî û em dana esrê gihiştin hev, me berî da parkekê ku tê de av û hêşînayî zêde ye…Gumeguma stranên Kurdî (yên şoreşkerî) bû- ax xwezî hindek jî Kurdî axaftin hebûya- li vê parkê. De serê we neêşînim, em rûniştin, çaya me hat, yek ji min, yek jê mesele hate ser kilam û kilambêjan, welhasil virde wêde sohbet geriya hat ser gorbihuşt Mihemed Arif Cizîrî û stranên wî û em li wir asê man. Ferdek jê ferdek ji min me nezîre kirin li ser kilamên Bavê Kerîm heta derengiya şevê. Ev bû edetek bo me heta payîz serî li me derxist. Welhasil Mihemed Arif ji bo min her wiha bû mizgîniya dostekî ji dostan çêtir, dostê dilsoz: Omer Dilsoz… Piştî çend salekê rojeke mîna îro vêca li ser nivîskariya wî min pê re sohbeteke kurt kir, de ka guh bidine me.

•        Ezbenî ka hindek behsa serboriya xwe ji me re bike.

Ez mirovek im, berî her tiştî. Ji gundekî biçûk ê di nav çiyayan de serboriya min digel jiyanê dest pê kiriye. Di malbateke kurdewar de mezin bûme. Çiraya dinyaya min a xiyalî bi çîrokên bapîrê min, metelokên bavê min, stranên dapîra min û dayika min jî vêketiye û mezin bûye.

        Nivîskarî ji bo te karekî çawa ye; bi ya te mirov dibe nivîskar, an mirov nivîskar dibe?

Nivîskarî ji bo min berî her tiştî xemek e, karekî sereke ye di jiyana min de. Ez dibêm qey mirov paşî nikare bibe nivîskar, divê nivîskarî di giyanê mirovî de hebe, mirov bi wê dihese, wê dinase û kevş dike.

•        Tu dikarî nivîskariyê bi zimanekî dî bikî, heke tu bi Kurdî ne nivîsî wê çi ji nivîskariya te kêm be? An jî tê bikarî bibî nivîskar di zimanekî xerîb de?

Ez bi kurdî dinivîsim, bi zimanên dî min xwe neceribandiye, lê zêde ferq nîn e, dikarim bi zimanekî dî jî edebiyatê bikim. Jixwe dahênana edebî karekî gerdûnî ye, lê ya min tercîh e, ez kurd im û bi min wer xweş e ku bi zimanê xwe derdê xwe bibêjim.

•        Tu dema dinivîsî hêma û metaforên te hemû bi kurdî diwelidin di serê te de, tu dikarî xwe ji zext û ber pêyên zimanê Tirkî rizgar bikî?

Ez dişêm bêjim ku heta ji min tê ez hêma û metaforên xwe bi kurdî datînim, lê heye ku carinan bê hemdê min ber pêyên Tirkî jî bi ser de werin. Nikarim bêjim ji sedî sed xwe jê dişûm, belkî bo çi zimanekî mirov nikaribe behsa xwerûbûneke tisî bikî, her gîzgilêş û dexel ji zimanên dî têkel dibin. Ziman bandorê li hevdu dikin, ev tiştên normal in, mesele ew e ku ev bandor bi kontrola te de be û ne ew, lê tu hukmê lê bikî.

•        Bi ya te di warê ziman de nivîskarên Kurd yên modern an jî dengbêj hakim in, gelo ji bo zimanekî kurdewar divê kê jikê sûdwergire?

Zimanê dengbêjan, zimanekî terr û zindî ye, bêguman xwedîvebêjiyeke resen û geş e, lê heman demê divê em qebûl bikin, zimanê dengbêjiyê heman demê zimanekî efsanewî ye, destanwarî ye, lê yê romanê bêhtir zimanekî dawerivandî û zimanekî sîstematîk e. Kurdî di vî warî de hêj zêde rewan nîn e, bo zimanekî bilind ê nivîsê piçekî zemanji kurdan re divê.

•        Romana Kurdî niha di çi astê de ye, problema mezin çiye bo romannivîsên Kurd?

Romana Kurdî, niha ber bi avabûnê ye. Wek têzanîn rîsk û bargiraniyên avabûnê gelek in. Astengî hene, problema mezin ew e ku Kurdî hê jî zimanê perwerdeyê nîn e.

•        Lehengên romana te çiqas tuyî an jî yê derdora te ne?

Lehengên romana min ji sedî 10 ez ji sedî 30 jî derdora min in, ya mayî xiyal, çavdêrî û tew asira  hişê min e.

•        Di çêbûna zimanê berhemên te de rola debgbêjan çiye?

Rola dengbêjan zêde heye. Belkî ji wê jî zêdetir rola çîrokên bapîrê min heye.

•        Dengbêjê te kî ye an jî kî ne?

Mihemed Arifê Cizîrî ber dilê min şahê dengbêjan e.

•        Sê kesayetên ku li ser te gelek bandor kirine di hemû jiyana te de kî ne?

Ehmedê Xanî, dayika min û Robîn Sharma…

 

 

  zamankurdi.com