Share |

Sêyemîn Festîvala belgefîlman a Amedê bidawî bû.

 Sêyemîn Festîvala belgefîlman a Amedê (Fîlmamed) bi dabeşkirina xelatan bidawî bû. Di festîvalê de 80 fîlm hatin nîşandan.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, piştî 7 rojan sêyemîn festîvala Fîlmamedê ya ku ji aliyê navenda çand û hunerî ya Cegerxwîn a şaredariya Kayapinara Amedê û Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn ve hat sazkirin, duh (25.05.2013) şev bi dabeşkirina xelatan bidawî hat.

Beriya ku xelat bên dabeşkirin, li ser navê komîteya amadekar a festîvala Fîlamedê Şevîn Ayaz axaftinek kir û diyar kir ku gelên kurd, tirk, laz, ereb, ermenî, suryanî gelên kev ên Mezopotamya ne lewma di vê festîvalê de bêyî ku ferq û cudahiyê bixin navbera wan hemû belgefîl nîşanî gel dane.

Wekîla şaredarê Kayapinarê Aynûr Yilmaz jî axaftinek kir û diyar kir ku wek şaredariya Kayapinarê bi şanazî malovantiya festîvalê kirine û ji hemû derhêner û ekîbên fîlman spas kir.

Piştî axaftina Aynûr Yilmaz, xelat bi ser fîlmên herî baş de hat dabeşkirin.

Di fesîvalê de 17 fîlm di beşa pêşbirkê de hatin nîşandan û di dawiyê de fîlmên “Berxwedana 33 salan a Dayê Berfo” (Veysî Altan), “Aso” (Ekrem Haydo), “Şilfûtazî” (Zekeriya Aydogan) xelata Piştgiriya Projeya Fîlmamedê wergirtin, fîlma “Ez Firîyam Tu Ma Li Cih” (Mujde Arslan) xelata  Jûrî ya Gel, fîlmên “Zarokê Min” (Can Candan) “Asê” (Ercan Orhan) xelata taybet a jûrî û fîlma, fîlma “Zonê Ma Kotî Yo” (Velî Kahraman) xelata Festîvala Fîlmamedê wergirtin. Xelata Akademiya Xelîl Dag jî dan fîlma “Ku Nefes Nebe”.

Di sêyemîn festîvala Fîlmamed de 80 fîlm hatin nîşandan ku 17ê ji bo pêşbirkê, 24 fîlm tenê ji bo nîşandanê û 5 fîlm jî li ser operasyonên komkujiya Enfalê bû.

Hewlêr (Rûdaw)