Share |

'Sînema 13 ya Amûdê' vebû

 

 

Berî 56 salan li Sînemaya Amûdê ya li bajarê Amûdê  şewat derket û 283 zarok têde mirin. Ji bo bîranîna van zarokan niha bi navê "Sînemaya 13" sînemayek nû hat vekirin.

Li bajarê Amûdê di 13'ê sermaweza 1960'î de li Sînemaya Amûdê dema fîlm dihat temaşekirin hêzên girêdarî rejîma Baas şewat derxistin û 283 zarok têde kuştin. Ji bo bîranîna van zarok niha salonek nû li Amûdê hate vekirin. Navê salonê danîn  "Sînema 13 ya Amûdê" û niha ev salon vebû.

"Sînema 13 ya Amûdê" dê di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Demokratîk a Hûrî de xebatên xwe bidomîne. Sînema bi merasimek hat vekirin.

 

AMÛDÊ -DIYARNAME