Car car ne di dest pêkê gelek şoreşan da , bi şêweyekî (obcektîf ) û dirist armancên şoreşê bi rêk û pêk dibin
, bi hawayekî zelal û vekirî mirov dikarê xûya bike ku şoreşa gelê Sûrye jî bi vî rengî dest pêkir û bi rêket , bi şêweyekî aştîyane
, bi Ereb ,Kurd û hemû kêm netewên din , şoreşê çavên xwe bişkivan din û qîrîna xwey yekem ewû bû: yeke yeke gelê Sûryê yeke , û her wiha daxaza hilweşandina rêjîme kirin . ger ev yeka bi salan kar û xebat ji bo wê bi hata kirin jî ev yeketîya çênadi bû .
Lewra rêjîmê dît ku ev xwepêşandanên aştîyane ji şerekî bi hezaran top û tifing û leşker dijwar tire , ji bo vê rêjîmê tehemûl nekir û li pêş çavên raya gîştî dest bi girtin ,qirkirin û kom kujîyan kir , ev ji hêla piratîkî da , raste her sîstemek ji bo hebûna xwe bi parêze hemû rêk û alavan bi kar tîne , û girêday vê ji hêla sîyasîva rêjîmê bi hevkarên xwe ra wek ( Rûs , Cîn û îran ) ê dest bi piropigenda û listokan kir , û carne wiha gotin : li welêt gurûpên çekdar hene , ku him hemwelatîyan û him hêzên ewlekarî di kujin ,û bi destî hin dewletê herêmî û nav netewî di xazin welêt derbasî nav şerekî nav xeyî bikin , û parçe bikin …hwh.
Bi van polîtikan rêjîma sûrye karibû ev alozî ji himbêza xwe çekira himbêza (komkara Erebî ) û piştra bi xista himbêza dinya yê , bi rastî jî wihaye îroj pêşeroja gel û rijîma sûrye ketîye nav destê hêzên gire gir, ku hîn nîyeta çi hêzên alîgirê rêjîmê dikin û yê alîgirên şoreşê dikin baş ne hatîye dîyar kirin .
baş xuyaye ku gelê sûrye bi tenê li meydanê hatîye hîştin , û tu çareserî yên piratîkî ne hatine pêş xwistin , rêjîm her li ser çareserî ya xwey ewlekarî ber dewame , û li hêla din opozosîyoncivînan li dûv civînan li dar dixê hin ji parçe bûn û nakokî yan rêzgar nebû ye , her wiha hêzên nav netewî jî xûyaye ku ji nakokî yên bercewendî yê xwe derbas ne bûne , û gavekê pêşda çedikin û dû gavan paşva çedikin , rojekê civînekê li " Tûnis , istembol " li dar dixin , û di rojên li pêşîya me da , girêday pîlana "Kofi enen " wê kongira "Cinêv " li darkevê ye , bi mebesta guhêrtina rêjîma sûrye û avakirina hukûmeta yeketîya netewî , lê çavdêrên sîyasî di wê bawerê da ne, ku wê atmosfera vê kongirê jî wek yên berê bê ye , ji ber ku daxazên lîstikvanên hindir û derva hîn gelekî dûre hevin.
Belê her kes bi baldarî bûyeran dişopînê gelê sûrye bi gîştî û kurdên rojava bi taybetî , heger hat û hemû hewil danên çareserî yên sîyasî bi ser ne kevin , wê welat berve şerekî nav xweyî herê , û nexşeya vê yekê li hin cî bi cî ne nîşan didê , ji ber ku peymaneke li hevkirina sîyasî , civakî û candî di nav bera rêxistin û partîyên sûrye da hin baş zelale ne bû ye , lewra wê her halîyek bixazê xwe bi parêz ê , ger em bixazin an naxazin ev rastî yeke , ta roja mey îroj bi saya hemû rêxistin û partî yên rojavay Kurdistanê herêma kurdan roleke bi bandor beşdarî şoreşa azadî ya gelê sûrye bûye û bi awayekî aştîyane li dûrî agir û şer hatîye parastin , di vê babetê da gelek pirs tên bala mirov , gelo ev parastin bi têrî rojên li pêş me dikin ..? gelo hin amedekarî yên din pêwîstin ..?
Bê guman divê ji bo parastina herêma kurdan projeyek hevbeş di nav bera hemû sazî û partî yan da bê li dar xistin , belê demê li pêşîyî me wê zelal bibe , ku wê herêma kurdan parastî û aram bi mine wek berê .
Kamiran Bedirxan