Dezgeha Semakurd ya ku navenda wê li Dubay e, dîwana nivîskarê kurd jan Dost, ″Dîwana Jan″ weşand. Dîwana ku ji sed û pêncî rûpelî pêk tê,
gelek helbestên klasîk di xwe de dihewîne. Ew helbestên ku di navbera salên 1987 û 1995an de hatine nivîsîn. Di pêşgotina vê dîwana klasîk de, Jan Dost balê dikişîne ser perwerdeya xwe ya wêjeyî li malê, û tesîraklasîkên kurdan li wî û helbesta wî. Heweha destnîşanî devjêberdana xwe ya helbestê jî dike.
Semakurd jî bi derxistina vê dîwana klasîk ya Jan Dost re dixwaze balê bikişîne ser babetekî girîong û windayî yan jî jibîr bûyî ji babetên wêjeya kurdî.
Malpera SemaKurd
17 March, 2010 04:36:00