Li gorî bîr û bawerên xwe dezgeha SEMAKURD, ya çand û hunerî, berdewame li ser karên xwe di xizmeta rewşenbîr û rewşenbîriya kurdî bi taybet di warê çap û weşana pirtûkên nivîskarên kurd bi herdu zimanên kurdî û erebî .
Ji ber ku SEMA bawerî bi wan kesên bi pênûsa xwe hizir û nerînên gelê xwe tînin ziman lewra dest bi çapkirin û weşana pirtûka kir da ku derfetekî baş li pêşiya wan kesê rewşenbîr bi rexsînê , û ji alekî dî ve karye di van herdu salên bûrî 18 pirûkan bêxê ber destê xwendevan û rewşenbîrên xwe .
SEMAKURD di dema dawî de bi weşana du pirtûkên din pilana xwe ya 2007 bi dawî anî , û herdu pirtûên nuh evin :
1- pirtûka yekem romane bi navê (Mêrgesor) ya romanivîsa kurd (Şêrîn Xetîb).
2- pirtûka diwem helbeste bi navê (Mehdor kedim) ya helbestvan (Fethulla Elhuseynî).
Hêja ye gotinê ku ev herdu pirtûkên nuh hatinê çapkirin ji çapxana (Hêro) ya weşan û çapê li Beyrotê , û di demekî nêzîk de wê bighin ber destên xwendevanên SEMAKURD li Sûrya û Dubey û herema kurdistanê .
31 March, 2008 02:32:00
[02:17 , 09 Jan 2008]