Konê Reş -Nizanim bi vê helkeftina diltezin a bîranîna 23 saliya koçkirina Dr. Abdulrehman Qasimlo, çi gotinan derbarî wî bibêjim, çawa wesf û pesnê wî bidim.. Tiştê ez zanim;
her ku navê wî tê bîra min, pêre – pêre Kurdistana Rojhilat û navê şêx Ubêdellahê Nehrî, Simko axayê Şikakî û Abdulrizaqê Bedirxan têne bîra min.. Û her wiha navê pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, komara demokrat li Mehabadê, têkoşerê bejin bilind Sadiq Şerefkendî û yên mayî têne bîra min..
Dr. Abdulrehman Qasimlo yê ku navê wî di nav Kurdan de bûye mîna sembolekê ji netew û niştimaniya kurdî a resen re.. Erê ew bûye wek semyanekî ji ramanên kurdî yên pêşverû re.. Û ta radeyekê, dikarim bibêjim ku hêjî pêdiviya me bi ramanên wî û kesên wek wî heye... Ji ber ku ew mirovekî mezin bû.. Erê mezin bû û meznahî bi mezinan çê dibe, ku mezin nebin, meznahî nayê holê.. Milet bi mirovên xwe yên mezin û bijarte, mezin dibin.. Ew milet mezin e, yê ku mezinan tîne, mirovên mezin jê derdikevin.. Ji miletê Kurd jî gelek mezin derketine, dikarim bibêjim ku Dr. Abdulrehman Qasimlo yek ji wan mezina ye.
Ew mirovekî zana bû, rewşenbîr bû, şoreşvan bû, mêrxas bû, Serdar bû, diplomat bû, mirovhez bû, serwextî rewşa her çar perçeyên Kurdistanê bû, bi gelek zimanan zanî bû û bi wan zimanan bervedêrî di ber kêşeya milet xwe yê Kurd de dikir..
Wî, ji geliyê Qasimlo dest pê kir, ew geliyê ku çiyayên derdorê bi saya wî geliyî xwe bi bilindahiya xwe paye û pesin dikin.. Erê, Dr. Qasimlo, kurê geliyê Qasimlo bû. Di pêvajoya xwe a welatperwerî de nav û deng da û bû mîna çiyakî ji çiyayên Kurdistanê.. Çiyakî bi dar û ber, bi çem û cobar, bi gelî û newal, bi heybet û saw.. Û wiha jî bû ronahiya çavên Kurdistanê, germahiya dilên Kurdên qenc.. Ta ku û dijminên mirovahiyê di roja 13.07.1989 an de, li Viyenayê, ew û hevalên wî dane ber çend guleyên bêbext û di encam de dest ji me kişand û çû.. Bû şehîdê miletê xwe, şehîdê armancên xwe..
Erê bi bêbextî hat kuştin, jixwe wekî din nikarîbûn wî bikujin. Bi mêranî nedihat kuştin.. Gelekî li pey wî geryabûn, lê ew mêrên qenc li cem wan peyda nedibûn, nedihatin dîtin ku bikevin pêşiya wî, dora wî bigrin û wî bikujin..
Sebaretî min, ez dilbijokê navdarên Kurdên xwe me.. ma ne Kurdan ji mêj ve gotiye: Her yek li ser miriyên xwe digirî.. Ez jî li ser navdarên miletê xwe digirîm.. û Ta ku ji min bê ez ê li dor navdarên Kurdan binivîsim; huer û şanên wan ji gelê xwe re raxînim ber çavan.. Lê sebaretî navdarên Kurdan, di warê dîplomatî û pêwendiyên bi gelên cîran û cîhanê re, çend kes li ber çavên min hene, ew jî mirîne, jixwe yên sax di roja îro de pirrin, mebesta min yên mirî ne ku yek ji wan Mîr Abdulrizaq Bedirxan e, yê ku di sala 1918 an de li Mûsilê ji rex Osmaniyan ve hat bidarvekirin, yê din Sureya Bedirxan e yê ku di sala 1938 an de li Parîsê di sirgûniyê de, bê xwedî û Xwedan mir, yê din Mîr. Dr. Kamiran Bedirxan e yê ku di sala 1978 an li Parîsê mir û berî mirina xwe termê xwe diyarî kiribû ji fakultên Tibî re li Parîsê û yê dawî ku ez dilbijokê kar, xebat û şanên wî bûm Dr. Abdulrehman Qasimlo ye, yê ku di rojeke mina îro de, ji berî 23 salan bi destê rêjîma Tehranê li Viyenayê bi bêbextî hat kuştin.. Dr. Abdulrehman Qasimlo, yê ku hêviyên me bi kesayetî û mirovahiya wî mezin bû, ku rojekî bibe serokê Netewên Yebûyî, lê sed mixabin wan Xwedênenasan bi hovitî ew dan ber guleyan.. Sebaretî me Kurdên rojava dikarim bibêjim ku navê QASIMLO di nav me de pirr belave û gelekan navê wî li zarokên xwe kirine, hem jî xweş e ez we agahdar bikim ku îro(Vê Înê 13/07/2012), di xwepêşandanên bajarê Qamişlo de bi dehan wêneyê rehmetiyê Dr. Abdulrehman Qasimlo di kolanên Qamişlo de hatin bilinkirin..
Erê, her û her wê Dr. Abdulrehman Qasimlo bimîne wek semyanekî sembolî ji tevî gelê Kurdistanê re. Di vê bîranînê de ez silavên xwe bo hevalên wî dişînim û bi teybetî mamoste Mistefa Hicrî sekretêrê (PDKÎ) û serketinê bo Kurdên Rojhilat hêvî dikim û her wiha bi vê helkeftinê ez bejna xwe li ber navê Dr. Abdulrehman Qasimlo re ditewînim û ji navê şehîdên Kurdistanê re xwe temene û xûz dikim.
Konê Reş / Qamişlo 13/07/2012