Gelemşeya hin dewletan ku zimanê xwe yê dayikê bikar naynin gava ku azad dibin , gelek rastîyan ji mere diyar dike , ev dewlet an gel ku dibin destê dagîrkeran debû,
û zimanê dayikê qedexe bû , lêbelê piştî ku serxwebûna xwe bidestdixist zimanê dagîrkeran dima zimanê fermî li dibistan û zankoyên dewletê , û tu kar ji zimanê dayikê re nedibû ku bibe zimanê fermî yê sereke , wek nimûne dewleta Cezayir .
Ev bûyer me li hember metirsiyeke mezin radiwestîne , ku di paşerojê de eger zimanê kurdî li welatê me azad bibe , gelo kurd wê xwe fêrî zimanê dayikê bikin ? wê bixwe zarokê xwe bişînin dibistanan ?
Eger em kurdên Turkiyê bikin nimûne , emê nasbikin ku gel ji ber xwe ve naçe dibistanan bi mebesta xwe fêrî zimanê dayikê bike , dema mafên xwe yên rewşenbîrî bistîne , birastî du rûwên vê gelemşeyê hene :
1- Desthilata Turkiyê şerekî fireh li ser ziman û çanda kurdî kir , û hewldanên mezin kirin daku şuştina qada mejiyê kurdî ji kurdayetiyê berfirehtir bike .
2- Gelê kurd li Turkiyê tu kar ji zimanê kurdî re nekiribû , dema ku dibistanên kurdî vebûn ne mamoste hebûn û ne şagirt jî dihatin dibistanan .
Jiber vê gelemşeya ku li Turkiyê bi gelê kurd re afirî derbarî fêrbûna zimanê dayikê piştî ku mafên rewşenbîrî standin , çiqas giringe ji gelê kurd re li Sûriyê , ku em ji îroroj ve dest bi karekî wisa bikin ji bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî , wek saziyek taybet ji bo fêrbûna zimanê kurdî û danheva mamosteyên fêrkirina zimanê kurdî , ji erkên vê sendîkê ku zimanê kurdî bi rengekî gelerî belavbike , û giringiya zimanê dayikê ji gel re bide xuyakirin , û navtêdanê di nav nifşên nû de bi afrîne jibo fêrbûna zimanê dayikê , digel ku navên mamosteyên fêrker tomarbike , û wan amadebike bi şêweyekî yekgirtî bihêviya wê dema ku zimanê kurdî azad bibe , û mafên rewşenbîrî bidestkevin , dê mamosteyên ziman bi yekşêwe fêrkirina zimanê dayikê li dibistanên kurdî bikin .
Ji rexekî din ve , ev dibistanên kurdî bi pêwîstî mamosteya ne , (3-4) milyon kurdên Sûriyê bi pêdivêyî nêzîkî 2000 mamoste ne , ev yek jî divê ji armancên serekî yên vê saziyê bin , ku 2000 mamostê fêrker amadebike , û rêbaziya fêrkirinê bi şêweyekî yekgirtî lidarxîne , daku dibistanên kurdî dagrin û bi yekşêwe fêrkirinê bikin dema ku gelê kurd mafên xwe yên rewşenbîrî bidestxîne .
Ev mamosteyên zimanê kurdî , dê di paşerojê de bibin sitûnên rewşenbîriya kurdî , ev sendîke dema nuha wek dibistanek gelerîye , ku îro berî sibe divê bê damezirandin û dest bi karê xwe bike , jibo pêkanîna van armancên jêrî :
1- Tomarkirina navên mamosteyên zimanê kurdî yên ku amadene karê fêrkirinê bikin .
2- Hilbijartina rêbaziya fêrkirinê bi şêweyekî yekbûyî .
3- Lidarxistina xulên fêrkirina zimanê dayikê , nemaze ji nifşên nûhatî .
4- Hilbijartina şagirtên jêhatî ji van xulan , û amadekirina wan daku bibin mamosteyên zimanê kurdî .
5- Navtêdanê di navbera gel de belavbike bo fêrbûna zimanê dayikê , di riya dezgehên têvel .
Eger ev sendîke sazbibe , û xebatê jibo van armancan bike , dema ku zimanê me azad bibe , wê amadekariyên me tewaw bibin , û tu gelemşe nabin berpêk li pêşiya fêrbûna zimanê dayikê , jiber ku ev sendîke dê ronahiya hezkirina zimanê dayikê di dilê her mirovekî kurd de vêxe .
Rewşa zimanê dayikê li ba kurdên Turkiyê ji mere diyar dike , ku ew raya dibêje : (divê em li hêviya mafên xwe yên rewşenbîrî rawestin ta ku em dest bi fêrbûna zimanê dayikê bikin ) , rayeke şaşe , gelê kurd li Turkiyê piştî ku mafên xwe yên rewşenbîrî bidestxistin , lêbelê dibistanên wan vala man , herkuda ji nû ve saziyek damezirandin bi mebesta ku handanê bide gel bo xwe fêrî zimanê dayikê bikin , pêre jî mamostan avabike .
Eger em bîrewerbin ji dema îro re û ev guhartinên ku li hawîrdora me çêdibin , divê em dest bikar bikin berî ku em mafên xwe bidestxînin , em gelê xwe amadebikin ji çûna dibistanan re , jimarek baş ji mamosteyên zimanê kurdî amadebikin daku karibin gelê xwe ji nexwendewariya zimanê dayikê rizgarbikin , ev jî di riya damezirandina sendîka mamosteyên zimanê kurdî .
Salar Elo
salaraloo@gmail.com