Share |

Sibehên hinarkên te...Ehmedê Huseynî

Ehmedê Huseynî

 

 

Vê şevê,

Li rûyê mirinê dinêrim,

Rûyekî ji dilê min

Ji kefenê xewna min

Û ji berfa hasten min

Spîtir e…

Xwedê dilerize,

Pinpinîk dişewitin,

Bahoz poşman dibin,

Destên qederê ji ser milên min dikevin..

Ez jî çavên miriyên xwe di kila xatirxwestinê de vedikim...

 

Ji bo giyanê Nebîh Alhakîm..

Serê 15’e salan,

Her ku dihatim mala we,

te li ber derî pêşwaziya min dikir,

Min jî serê 15’e salan diyariyên te ji bîr nedikirin..

Îro dema ku hatim,

Tu ne li ber derî bûyî

Min jî Çokelata te (Gulyan) a ku te jê hez dikir, bi xwe re neanîbû..

Îro min biryar da ku,

nema diyariyan ji zarokên ku ji wan hez dikim re,

bibim!

 

Vê şevê,

Tirêna ku lê siwar dibim li ser şiva destên te dimeşe,

Welatê ku lê peya dibim li pasporta dilê min dipirse?

Goristana ku lê dimirim jî, ji nasnameya min a qedexe ditirse..

Lê… Li ser lêvên min, axînên te, wek kulîlkan, dipişkivin,

Di deryaçeya xewna min de, masiyên kenê te, bê av dimînin,

Memikên te şevçiyayên min ên ebedî ne,

Rexên te jî sêdar û oxira pasvanên helbest û hasten min in…

De xwe bavêje himbêza min!

De pencereya xwîna min veke

Û têra xwe

li kavilên stirana min binêre!!!!

 

Vê şevê,

Keziyên te bi tiliyên bîranînên xwe yên ji ava sirûdan vedihûnim…

Çîrok bi çîrok dilê xwe ji te re vedikim û xwêdana eniya te bi destmala ronahiyê zuha dikim…

Sosinekê; di zimanê te de diçînim,

Şevistanê bi xunava xewnên te dixemilînim..

Dema ku nexşeya te dibînim xwe dikujim,

Dema ku dergehên te dibînim, bi ser hinarkên te de, wek mirîdekî, dirijim..

Û dema tu ji min re dibêjî: Ez rojhilat im..!

Lêvên te yên ji şewatan, wek ku ava heyatê bin, dimijim…

 

 

20.02.2012

 

ehmedehuseyni@live.co.uk