Share |

Sibeha te…Helbest : Nisrîn Ehmed

Nisrîn Ehmed

 

Ev sibeh, ne ji rêzê ye.

Cav, ne evêndarên xewê ne.

 Evînî ji gundê me dibare.

xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine.

Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne.

Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin.

Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.

xwe disperim siya nêrgizên hewşê.

Nû, cavên xwe ji adarê re vekirne.

bihna wan, bedewiya wan, dêmê te di rewanê min de nîgar dikin.

 

Nêçîrvanê peyva revok ...

wa nîçîrvano...

 dîsa torê vede lo!.

Demê rawestîne, sitûnên buhştê hilde, raz û kilîtên evînê bilind bike.

de were ...

kavlê dilê min ji dîtina te ve bi buhiştekê dirame.

di kolanên tozgirtî de derbas bibe, da ji nû ve giya û beybûn di keviyan de şîn werin.

tu ne xwiyayî, lê pêjna te tê.

 

ev sibeh, ne ji rêzê ye ...

ciwanya xwe diyarî te kiriye.

 

9/3/2012

 nisrinehmed76@hotmail.com