Li milên we tifingên rûmetê, hûn ber bi aştiyê ve diherikin, tiyên aştiyê, em dikarin çi bikin ji pêvî silavê li bejna we, xuhdana eniya we zuha bikin, diyarî we bikin gulên weke bejna we bedew…
Gulên ku bitenê hêjayî we û hûn dinivîsin dîrokeke nû ji roniyê, asîmanekî nû bi ser wellatekî weke we şêrîn, weke çavên we zelal, kûûûr, em dikarin çi bikin ji pêvî ku li çavên we binihêrin û evîna wellatekî hewqasî yê we bibînin. Wellatekî kesk bi xwîna we, xemiland î, wellatekî pîroz _ Silav Gerîla, silav Zaxros, silav Nemrûd…
Çi rojên teng we li ser çiyayan, weke çiyayan derbas kirin, ev çîrokên dîrokê ne, efsane ne, bitenê mirovên dîrokê û efsane wan nas dikin, em bi dalbûna xwe em dikarin çi bikin ji pêvî ku van çîrokan ji zarokên xwe re bibêjin?!
Em bibêjin çawa evîna wellatekî roka sibehê bû, rêya zinaran, zinar bû, bi tevî ewran dikirin hûn, weke ewran zelal dikirin, diyar dikirin, em bibêjin û destên me li ser dilê me weke ku em dilê xwe bibêjin, germ, em bibêjin, bi evîn, bi hemî kûrbûna xwe, em li ser stranên we bibêjin, germbûn û xweşikbûna stranên we di cengan de, dîlanên we_ em kurd cêwiyên stran û cengan, em bibêjin çawa straneke we şorşek vêdixist, şoreşek bû stran …
Em bibêjin û evînê_ ev hovê di hundurê me de_ bi çîrokên we bi xwedî bikin, bi bîranên we, xwîn, lehengî û firehiya sînga we…
Em çîrokên çiyayan bibêjin, çîrokên we, şevên we li çiyayan, li nav berfê, ku bitenê li xweşikbûna dilê we dihat, li xewn û rojên me nuha_xewnên we_ em bibêjin, bi rêzgirtin bibêjin, bi hezkirin, serbilind, bilind: Silav Gerîla, silav Mezlûm Doxan, silav Zeyneb û Delîla