Share |

Sirûda serkeftinê ... Kamran Simo Hedilî

NEWROZ SHERMOLA

 

Newroz! Newroza pîroz!

Strana evîndarên rojê û serkeftinê!

Şîniya xeyalên Sîmirên çiyayî!

Dengbêjiya mirinê vedigerînî jînê!

Herifandina dîwarê virên asê!

Efsana çîrok û çîvanokan!

Qiblegeha kevneşopiyê!

Cejna kuştina ejdeharê heftserî û evîna xwedawendên xweşiyiyê!

Dîrok û rûmeta netewî!

Newroza pîroz!

Di bîrewariya te de bi roniya darbestên ji gulan, tav rûyê rojê dadigire.

Şev giyan dide, tarî parçe dibe û tarî diberiqe.

Di awirên wêrêkiya te de

Ro û hîv bi Feradê û Dîclê re dirêjî goristanên Sumeran dibin.

Welat di henasa dîroka te de şîn dibin.

Dergehên evîna dilê çiyan vedibe.

Newroza pîroz!

Tu vekirina kulîlkên vînê û fedîkiriyê yî

Tu wêrekiya xweşmêran î.

Tu afirandin hestên kenê jîna Ahura Mazda yî.

Tu giriyê mirina Ehrîman î.

Tu narînî, xweşkî û wekhevî ya di nav rûpelên dîroka kevzgirtî de yî.

Tu newroz î.

Newroz evîn e û evîn tu yî ay Newroza pîroz!!

Tu bihara hawara Ferîdûn û asoyê dilsoz î.

Tu raperiya şadiya pilingên çiya yî.

Tu bihara bixwîn û talan î

Tu tewafa şikefta birîndaran î.

Newroza pîroz!

Tu dilêriya ku li kozik û çeperan, rayê xwe ber didê jiyanê yî.

Tu verişandina lûlên tivingan û qêrîna meydana yî.

Tu tofanên bêdeng û bahozên ker î.

Tu pîrozkirina dûrûşmên Agîd û Mezluman î

Newroza pîroz!

Tu herika kurtepista ji dayikbûna dengan û kuştina bêdengiyê yî.

Tu serhildana di govenda jîn û mirinê de yî.

Tu berxwedana di reqsa wêrekiyê de yî.

Tu roja tifkirina dem û dewranên derewîn î.

Tu tilî nîşandana hostayê diyalektîka dîrokê, zaniyarên netewan û bijîşkên qiyametê yî.

Tu çirandina rûpelên çarenûsa virek î.

Tu ava evîna jiyanê yî.

Newroza pîroz!

Awirên te

Çirûskên hêviya Qendîl,

wêrekiya şagirdên Zerdeştê hemdem,

çira lûtkên çiyan û hêviya zemînê xakê pîroz î.

Newroza pîroz!

 Nêrînên te

bi germiya pîroz bi êşên bêhempa bi vejîna şewatê, gefan li mirina çaxên rûreş dixwin.

Te xêr û bêr û bereketê li zeviyên hiş reşandin.

Te ev xakê ku bûyî hêlîna bala û serkeftinan, lanet û efsaneyên pîroz, ol û nebîyan, qewl û kilamên qedîm, anî ber zayîna xêr û bêrê.

Te Spartekusên hemdem li bircên awazên welat vejandin.

Te kir ku bêrîkirin û serkeftin ji kevanên lehengiya, lehengên Oremar û Zêyê Mezin dizên.

Efsane di bihara şer û evînê de ye

Îro dem dema gotina sirûda te ye

Ay Newroza pîroz!

 

17.03.2008

 

Kamran Simo Hedilî