Ewrekî aza hate xwena min
Şekirqend bi ser Lêva min de barand û nediyar bû
Hiş û Sewdanê min bi xwere bir
û çêja xwe li ser Zimanê min jibîr kir
ji wî çaxî de
Laşê min ji bilî Barana Tava ewî Ewrî ve
Barênên Tavên dîtir naxwaze
ku bi ser de bibarin
Tovên Evînê di Beyarên dilê min de
razî nebûn ku tu Baran wan avbidin
ji bilî Barana Xewna seyrebend
her Tişt di Giyanê min de amedebûn
ku bêyî Barana Şekirqend
tî bibin , zuha bibin , bimrin
bi tevahî ez lihemanabûm ku hebûnê jidestberdim
loma ez bûm nobedarê Dergehên Asîman
her ku Keriyên Ewran lê mexel tên
Û Siha xwe digrin ser Evîndaran
ez wan dihejmêrim… dişopînim
şivantiya wan dikim
Tenê Çavan li Ewrê xeweyî bijare digerînim
hebe ku careke din
ew dagere Asîmanê xewna min
hebe dîsa ew Şekir bi ser Lêvan de bibarîne
lê Ewrê xewna min Çivîkeke hestyare
fedî dike ku li min vege re
û Dilê min ji xew re bike Hêlîn
gelek Ewr hatin û çûn
lê ewrê minî tekane di navbira wande xuya nekir
bê wî êşa valahiyê Hestên min sûtandin
ji derdê xewna bêhimpa
neçar min Hunavê xwe veçirand
û di Perstgeha bendewariyê de
min Mûyên mîhreban hunand
Bîrokên min dest bi tevna bagera Bayekî Bêçre kirin
hebe ku ew rabe
û Ewrê min çareke dî bajo Asîmanê xewna berê
bû dereng û Ba nehat
lê min Dara hêviyan nebirî
min baewr dikir ku careke din
ezê Çiçikê Asîman bimijim
û Ewrê Şekirqend himbêz bikim
Yara dil ,min gûman lênedikir
ku ev Ewrê Derhoje tu bi xweye
ne Xewne , ne Xeyale
vaye bi ser dil de tu dibare
û Tûmikên Evînê di Zeviyên wî de şîn dike
ZAGROS OSMAN