Share |

Toxtir Axa… Dr. Ebdilmecît Şêxo

Dr. Ebdilmecît Şêxo

 

 

 

 

 

Di kela havînê de , min û keça xwe Rengînê di nav zeviya keyayê gundê me  de çelem hildikirin, tîrêjên rojê serên me hemuyan nîvkelyayî kiribûn,pilepila serkarê me jî  bi gotinên zû ..,zû û hindik ma ye roj here ava ,

em şêt û mêt kiribûn,lê divê ez jibîrnekim jî ku malxuyê min,bavê Rengînê mîna pir caran çuye ber çemê Efrînê  nêçîriyê masiyan, haya xwe ne ji vê dinê û ne ji wê dinê heye.

 

Ji nişkava Rengîna min bi qêrîneke bilind gazî min kir ; dayêêê  zikê min, dayê zikê min ,gêj bû û ewê xwe bi ser min de gêr kir .

 

Bi lez min telîfon toxtirekî kir,digotin; ew bijîşkek baş e,  mirovperwer û azadîxwaz e..Elooo..Ez diya Rengînê me,keça min di nav zeviya çeleman de  bê hiş ma ye, ew ne dilive û ne dişive, ji kerema xwe tu kanî werî cem me ? Te got çi! Weleh xelk şerm nake !Ma ez toxtir im ,lê azepê we me !!! çerq telîfon girt..JI vir û ji wir dayikê misînek av li ser ruya Rengînê de vala kir.Ewê bi alîkariya sê, çar jinan, Rengîna xwe li paşiya pîkaba serkarê xwe kir û ew gihan pêş toxtirxana bijîkê navdar li Efrînê.

 

Dîsan dema te baş be Toxtir Efendê , va ye em li pêş derya te ne , tu dikanî  derziyekê di pîkabê de li Rengînê xênî, ewa hîn bê hiş û bê hêz e,

 

Weleh xelkê me tênaghîne ! lê min bi te re negot  ez ne azepê tu kesî me , here kuda derî, here ! Te fehim kir jinikê ! Toxtir mîna min li Amêrîka tune ne .

 

Dîsan diya Rengînê bi alîkariya çend xêrxwazan Rengîn mîna laşakî birin cem Toxtir Axa , Axe Toxtir di bin berçavkê xwe re nêhrî,û gote  me ; ez zanim hûnê werin cem min , ma kîjan Toxtira li Efrînê  kane mîna min wê çêke !

 

Lê hûn rûnin ..,rûnin  ez dengkirina xwe bi jina xwe re kuta bikim …Erê ,erê jinik hema bila firavîna me dangek û zerkek dewê çêlan be,  bes e, bes e, te mala min  bi wan şîvên buha xera kir , dîsan çirq telîfon bi ser jinka xwe de jî  girt  û bi ruyekî  dernexûn;te digot qey şîşek tirşa qoriq bi ser ruyê wî de rijiya bû, gote me;  ka wê laşê hûnin ser têxt !

 

Ev derziyek  ,çerp sîlak li aliyê rastê û çerp sîlak li aliyê çepê , hêdî, hêdî  Rengînê çavên xwe vekir,Toxtir Axa  yekser gote nexwaşa xwe ;tu çi bû yî ,tu ewqas dirêj î, tu çi dixwî ??  Here  vê carê li çolê baş biçêre ! Ne !

 

Rengîn li diya xwe matmayî dinêhre û di berxwe de dibêje;dayê te ez anîme cem Toxtirê dewêr??!!!

 

Diya Rengînê  li çavên Toxtir Efendê temaşe dike, ne  zane ewa dîn e, ne zane ewa serxwaş e,ewa  jî di berxwe de dibêje ; min nizanî bû , ez mîh im û min berxika xwe aniye cem Toxtirê dewêr..!!!- Min bi serê berxika xwe girt!  Em bi ruyekî zirêçî, dest û lingên sar ji cem Toxtir Paşe derketin û min bi Rengîna xwe re digot ;Erê keça min , ji berê de bavpîrên me  gotine ; (Nav giran e lê mezel wêran e ).

 

 

 

 

 

                                                                                  Efrîn

 

                                                                                Tabax 2011