Share |

"Wehşê Di Hundirê Min de" ya Romanivîsê Kurd Helîm Yûsiv derket.

Hêmaya tirsê ku di berhemên Helîm Yûsiv ên din de jî hêmayeke sereke ye, di vê berhemê de di kirasê wehş û hovitiyê de xwe dide der,

wehşîtî û hovitiya ku bi sedsalane di reng û diruvên cur bi cur de li ser vê xakê kon vedaye... Di vê berhemê de, em bi riya jiyana du nifşan, -nifşê mamoste û şagirtê wî- bi wehşiyeteke tund a ku xwe dispêre sedsalan re rû bi rû dimînin. Wehş û hovitiya hem di qada giştî de, hem jî di aliyê tarî yên mirovan de xwe dide der.

Bi xwendina vê romanê re, her xwendevan ji wehşê razayî yê di hundirê xwe de haydar dibe, yan jî ew xwe di devê wehşekî dirinde de hîs dike ku heta niha haya wî jê tunebûye.

Wehşê di Hundirê Min de bi zimanê xwe yê satirîk hovîtiya şexsî bi wehşiyeta polîtîk ve girê dide.

Helîm Yûsiv kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew berhemên xwe bi kurdî dinivîse û ev berhemên wî heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.

Berhemên wî yên çapkirî ev in:

- Mêrê Avis (çîrok. 1991)

- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)

- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)

- Sobarto (roman, 1999)

- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)

- Tirsa Bê diran (roman, 2006)

- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)

- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)

- Auslander Beg (çîrok, 2011)

- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)

- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)