Share |

'Xanî û Memzayên wî' bi kurdî derket

H.Mem ku heta niha gelek pirtûk bi tirkî li ser Ehmedê Xanî û felsefeya wî nivîsî bû û piraniya wan li kurdî hatibûn wergerandin niha yek ji wan "Xanî û Memzayên wî" jî li kurdî hat wergerandin.

H. Mem bi tirkî bi navê “Xanî ve Memzalarî” nivîsî bû, zimanzan Zana Farqînî li kurdî wergerand û pirtûk ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin.

Lêkolîner H. Mem bi xebatên xwe yên der barê Ehmedê Xanî de tê nasîn. Ew di  vê xebata xwe de roniyê dixe ser hinek aliyên nepenî yên Ehmedê Xanî. Heta niha gelek pirtûkên wî der barê bîr û ramanên Ehmedê Xanî de hatine weşandin. Ew bi vê pirtûka xwe balê dikişîne ser hinek aliyên nepenî yên Xanî û bandora raman û felseleya Xanî ya li ser nifşên nû.

H. Mem bi van pirtûkan rê didin kesên dixwazin çavekî kurdewarî, bi projeksiyoneke neteweyî li felsefeya Xanî binêrin.

Xanî û Memzayên / H. Mem / Wergera ji bo kurdî: Zana Farqînî / 228 rûpel

 

 

 

Diyarname