Share |

Xelata Ragip Zarakolu ji Stockholmê derket rê…Gabar ÇIYAN

 

 

Xwediyê Weşanxaneya “Belge”, Nivîskar Ragip Zarakolu di 1/11-2011 an de ji aliyê hêzên ewlekariya Turkiyê ve hate girtin. Piştî lêpirsina wî li “Dadgeha Giran ya 14 an li Istanbu”lê ji aliyê dozgerê nobedar ve, ew xistin hepsê.

 

Navenda Çandî ya Asuri/Suryaniyan li Botkyrka Stockholmê “Xelata Çandî ya Asurî/Suryaniyan” da Ragip Zarakolu. Xelat bi merasîmekî pêşkêşî Zarakolu kirin.  

 

Zarakolu beşek ji jiyana xwe daye pêşketina demokrasiyê Li Turkiyê, hizirkirina azad, mafê mirovan û mafê eqaliyetên li welêt. Ji bo armanca xwe hate girtin û di hespê de maye. Wî xelatên netewî û navnetewî girtiye. Navenda Çandî ya Asurî/Suryaniyan li Botkyrka Stockholmê hefteya derbasbûyî, bi beyanekî diyar kirin ku, wan xelata navendê ya îsal dane Nivîskar Ragip Zarakolu. Îro bi merasîmekê xelata Zarakolu ku ji 5000 kronê Swêdî û plaketek taybetî pêk tê, ji bo ku bighêjîne Zarakolu teslîmî Nivîskarê Suryanî Feyyaz Kerimo kirin.

 

Ji rêvebiriya Navenda Çandî ya Asurî/Suryaniyan George Baryawno û Nivîskarê Suryanî Feyyaz Kerîmo bersiva pirsên me dan.

 

- Em dixwazin navenda Asurî/Suryaniyan li Botkyrka Stockholmê nas bikin: Çi demê dest bi xebatê kiriye? Armancên we çine? Hûn hersal xelatekî çandî didin. Armanca belavkirina xelatê çiye?

George Baryawno:Navenda Çandî ya Asuriyan-AKC di 1997 an bi insîyatîfa çend kesan, ji bo ku bi pirsgirêkên ciwan û zarokan dakevin, hatibû avakirin. Armanca duwê ew bû ku bibe navendek hevdîtin û pêkanîna çalakiyên hevbeş bi rêkxistinên din re. Îro zêdeyî 450 endam û bi 8 rêkxistinên hevkar re bûye deverek zindî û çalak.

 

AKC 3 sal in xelatê dide wan kesan ku, li Turkiyê û Rojhilatanavîn zilm û tadeyiya li gelê me dibe, dihêne zimên û ji bo mafê gelê me xebatê dike.  

 

- We xelata xwe ya berî niha dabû Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş. Îsal Ragip Zarakolu xelat girt. Bi dana xelata Zarakolu, hûn dixwazin çi mesajê bighêjînin Turkiyê û raya giştî ya Cîhanê?
George Baryawno:
Me xwest em bala cîhanê bikşînin ser rewşa Zarakolu, ku bi şêweyekî bê hiqûqî ji aliyê Turkiyê ve hatiye girtin û zindanîkirin. Divê zexta li ser Zarakolu ji holê rabe, ji hepsê bê berdan û ji bo vê jî em tev xwedî lê derkevin.

 

Turkiyê namzêdê Yekîtiya Ewropayê ye û îdîayên têne zimên ew in ku ji aliyê demokrasiyê ve li welêt gavên erênî dihêne avêtin. Di vê çarçoveyê de, girtin û zindanîkirina Zarakolu eyb û kêmasiyek mezin e. Divê ev rastî ji aliyê Turkiyê ve bê dîtin.

 

- Plana navenda we ji bo azadiya Zarakolu çiye?
George Baryawno:
Em beşdarî kampanyayên ji bo azadiya wî dibin. Navenda me pirsê ji nêz ve dişopîne. Ji bo azadiya wî xebata me didome û em ê gavên pêwîst bavêjin.

Hetanî roja ji hepsê bête berdan, piştgiriya wî bikin û ji bo azadiya wî bixebitin, pirsê bihênin rojevê.

- Xelata berî niha ku Navenda Asuriyan dabû Abdullah Demirbaş û ya Zarakolu jî pêşniyaza we bû. Diyar e ku, keda Zarakolu ji bo hizirkirina azad û pêşketina demokrasiyê li Turkiyê di pêşniyaza we de heye. Dîtîna te çi ye?

Feyyaz Kerimo:Rast e. Pêşniyaza min bû. Min, Demirbaş û Zarakolu pêşniyaz kir û ji bo pejirandina pêşniyazê raporek pêşkêşî Navenda Çandê kir.

Piştî girtina Demirbaş bi şêweyekî bê hiqûqî û sedemên pûç, pêşniyaza min ew bû ku, Navenda Çandî ya Asurî/Suryaniyan her sal xelatekî bide kesên wisa. Destpêka dana xelatê jî fikrê min bû. Lê, pejirandina pêşniyazê û pêşkêşkirina xelatê ji bo Demirbaş û Zarakolu ji bo min giringtir bû. Pejirandina pêşniyazê bû cihê serbilindî û kêfxweşiyê ye.

We di nava pirsa xwe, hinekî bersiv daye. Pêşketinên li Turkiyê ji aliyê mafê mirovan û demokrasiyê mirov ditirsîne, qonax têra xwe bi şik û xemgîniyan barkirî ye. Qonaxekî wisa bi êş e ku, “zarokên keviravêj” weke “terorîst” têne dadgehkirin, nasîn û bi salan di hepsê de dimînin. Du Sali in, ji ber egala xwe, xwendevanê zanîngeha Galatasarayê Cîhan Kirmizigul girtî bû. Ew duhî hate berdan. Bi sedan xebatkarê di şaredaran, şaredarên bi dengên xelkê hatine hilbijartin, siyasetvan, ronakbîr, nivîskar, rojnemavan, xwendevan û kesên sosyalîst ji ber “sucên ne diyar” di hepsê de rehîn hatine girtin.

Îktîdara AKP ê, di bin nav û îdîaya “vebûnên demokratîk” de, her gavekî avêtiye, bi xwe re encamên sînorkirinên azadiyê û sîstemekî hiqûqî ku yek partî, anku yek kesî be, aniye. Bi vê vebûnê, pêla hişkiya dewletê ketiye hemberî civatê û herku diçe şîdet zêdetir dibe. Hikumeta Erdogan nema dikare dîtina nivîskarên lîberal yên nêzî xwe jî tehemûl bike û guhê xwe girtiye, dengên wan jî nabe xwe. Ji bo ku civatekî “zêde nefikire, pirsgirêkan nekole û hesap nexwaze” pêk bihêne, tevayê hêzên dewletê bi awayekî bê hiqûqî bikar dihêne. Bi vê yekê rêya siyasetê li pêşiya xelkê tê girtin. Tirs û şikên mirovan ji hikumetê ku pêkanîna civatekî “murîdan” dixwazin, careke din eşkere dibe, rastî derdikeve holê.

Komela Mafê Mirovan, Wakfa Turkiyê ya Mafê Mirovan, Baroya Amedê û Odeya Bijijkan ya Amed ê jî di nav de, 11 rêkxistinên civakî, li ser  zarokên ku keviran, ji ber pirsgirêkên civakî davêjin, raporek belav kiribûn. Li gorî rapora pisporan, “Zarok, bi çalakiyên xwe yên kolanan, dixwazin “rêya xweîfadekirin”ê vekin”. Dema 4 hezar zarokên ku temenê wan 12-18 in, bi rêya keviravêtinê xwe îfade bikin, mirova dikare li Turkiyê rewşa mafê mirovan ya bingehîn bighêje dîtînekî ku, welat di çi rewşê de ye.

 

Ragip Zarakolu dostê min yê kevn e. Ez wî û xanima wî ya berê Ayşe ku çûye rehmetê, 30 sal in ku nas dikim û hevaltiya me heye. Malbata Zarakolu, lawê wî Deniz jî di nav de, bi xebatên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê hatine nasîn. Bi taybetî piştî cunta leşkerî ya 1980 î, wî bi hejmarek ronakbîrên sosyalîst re “Têza 11 an û Pirsgirêkên Cêhanê” bi rêzê di pey hev re belav kir. Wî bi beşek ji sosyalîstan ku bi ramana Marx “xebata bingehîn guhertina cîhanê ye” bawer bûn, rê ji bo lêkolînên teorîk vedikir û zemîn ji niqaşan re vedikir. Zarakolu, di avakirina Komela Mafê Mirovan de rolek mezin lîst. Ji bo nasîna berhemên edebî yê gelên bindest, di serî de yê Kurda ked da. Di demek wisa de ku, belavkirina weşanên li ser pirkûjiya 1915 qedexe bûn, hejmarek pirtûk dida ber çapê û bi vê, rê ji bo niqaşên nû, yên li derveyî dîtîna fermî ya osmanî û komarê vedikir.

 

Zarakolu li ser eqaliyetan, her wisa li ser dîroka Suryaniyan û rewşenbîrên wan jî pirtûk belav kir. Ji bo belavkirina pirtûka “Qirkirina Suryaniyan” ya David Gount, me bi hev re kar kir. Pirtûka Naum Faik jî ku bi pêşgotina min derketiye, ji aliyê wî ve hate çapkirin.

Lewma Ragip Zarakolu, bûye dengê wan kesan ku azadiya wan hatiye sînorkirin, dengê wan hatiye qutkirin û rêya siyasetê li ber wan hatiye girtin. Lewma em li dijî bêdengkirina Zarakolu ne.

- Girtina Zarakolu, ji aliyê azadiya çapemenî û hizirkirinê mirov xemgîn dike. Li gorî we, girtina wî dikare weke îşareta sînorkirina azadiya hizirkirnê li Turkiyê bê hesêp? Di demek wisa de ku li gelek deverên cîhanê neteweperestî zêde dibe, hûn berevajî, xelatê didin kesên li derveyî Suryaniyan. Çima?

Feyyaz Kerimo:Di salên dawiyê de Turkiyê ber bi qiyametê ve dibin. Ji bo şerek di nav Kurd û Turka de pêk were çi provakeyên pêwîst be pêk tên. Mîna bûeyra li Sêwasê, şewitandina morovan bi zindî, weke suc nayê dîtin. Sistema hiquqê naxwaze dewleta kur ku qatilê birêz Hrant Dink e, bibîne. Li hemberî kesên sucdar û qatilên ne diyar ku xwînê dirjînin, bêdeng dimînin. Qatil nayên eşkerekirin û girtin. Divê mirov xwepêşandana Taksim Hocali bîne bîra xwe ku li wir nefreta nijada li derveyî xwe hatibû çandin. Û axaftina wezîrê derve bê îcazeya serokwezîr û sloganên skandalwarî hatin bilindkirin, jibîr neke. Ev tev belgeyên zindî ne ku rewşa welêt zelal dikin.

Di demek wisan de ku dixwazin gelan bikin neyarê hev û nakokiyên nav wan kur bikin de, qalkirina biratiya gela û xebata ji bo biratiyê karekî bi nirx û gavekî rast e. Li dijî nijadperestiya ku her roj bi reng û maskeyên cewaz derdikeve hemberî me, li ser navê serînetwandinê, dana vê xelatê helwêstekî giring e. Belê, dema min Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş û Birêz Ragip Zarakolu ji bo xelatgirtinê pêşniyaz kir, xwest ku bala mirovan bikşînim ser vê dostanî û biratiyê. Ol, ziman, reng û nijada xwe çi dibe bila bibe, tiştê herî giring hezkirina însana ye. Min xwest ez balê bikşînim ser nirxê însanetiyê. Tevayê xebatên wisa bi nirx in û ez dixwazim buhabûna vê nirxê jî bihênim zimên.

 

EuroKurd News