Share |

XELATA SEYDAYÊ TÎRÊJ CARA YEKEMÎN HATE DAN

 

 

 

Roja 26.03.2022, li Komeleya SÎWANA KURDAN, li bajarê Essen, sîmînarek ji bo bîst saliya koçkirina seydayê Tîrêj hat lidarxistin, ew sîmînara ko Komîteya Çalakiyan ya

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye pê rabibû, di wê sîmînarê de, û li gor biryara Komîteya Xelata seydayê Tîrêj, yekem xelat hate bexşandin bo helbestevana Kurd a navdar: Mizgîn Hesko, ji ber keda wê a mezin ji bo wêje û helbesta Kurdî ...

Mamoste Mizgîn Hesko sala 1973, li gundê Şelhûmiyê, a girêdayî bajarê Tirbesipiyê, ji dayik bûye, ew ji zûde bi malbata xwe re li Elmanya dijî, heya niha 10 pirtûkên wê hatine çapkirin, ko bêtirî wan helbestin, berî niha sê xelatên wêjeyî wergirtine, ew endama YNRKS, û endama Komîteya nivîskarên rojnameya ( Pênûsa Nû )ye, beşê Kurdî ...

 

 

Hêjayî gotinê ye ko ev xelat her du salan carekê tê bexşandin .

Em vê xelatê li mamoste Mizgîn Hesko pîroz dikin, û temenekî dirêj û tenduristiyeke xweş û baş jê re dixwazin ...

Mamoste Mizgîn tu her hebî û herdem serkeftî bî ...

Komîteya Xelata seydayê Tîrêj

26.03.2022