Share |

Xelata xwe ya Portakal Zêrîn ‘Altin Portakal’ diyarî Rojava kir

Xelatên 50’mîn Festîvala Filmên ‘Altin Portakal’ ya Navnetewî xwediyên xwe dîtin. Di şevê de xelat ji qadên berxwedana Gezî û Rojava re hat pêşkêş kirin.

 Derhêner Pîran Baydemir ku xelata di warê Belgefilma Herî baş de wergit diyar kir ku, wê xelata xwe ji bo 3 jinên şoreşger yên di komkujiya Parîsê de jiyana xwe wenda kirin û Rojava re pêşkêş bike. Ferit Karahan ku xelata Filma Herî baş wergit diyar kir ku wê ji bo Rojava û berxwedana Rojava re bike diyarî.

50’mîn Festîvala Filman a ‘Altin Portakal’ ya Antalyayê ya Navnetewî ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê mezin ya Antalya û Wakfa Huner û Çandê ya Antalya hate li darxistin.Xelat şevê din bi merasîmekî li Kongreya Cam Piramît û Navenda Fuar`ê ji xwediyên wan re hate dayîn.

Xelata Filma herî baş filmên “Qewitandina ji Cenetê-Cennetten kovulmak” û “Bê Qûsîr- Kusursuzlar” girtin. “Xelata Lîstikvanê Xurt yê Herî baş” Hakan Yufkacigil bi rola xweya di filma “Rêya Dirê-Uzun Yol” hat dayîn. Xwediyê “Xelata Listikvana Jin ya Herî baş” Zeynep Çamci ya bi performansa xwe ya di filmê “Meryem” de girt. Derhênerê filma “Bê Qusûr-Kusursuzlar” jî xelata “Derhênerê Herî Baş” wergirt.

‘XELATÊ EZ DIYARÎ ROJAVA Û BERXWEDANA TAKSÎMÊ DIKIM’

Di şevê de Xelata Filma Herî baş  ku derhênerê filma ‘Ji Cenetê Qewitandin’ Ferit Karahan girt, bi dirûşma Rojava derket ser dike. Karahan got ku ew xelatê pêşkêşî Rojava û berxwedana Taksîmê dike. Di şevê de “Xelata Teybet ya Jurî” ji Rojîn Tekîn ya 8 salî ku bi rola xwe ya di filma “Qewitandina ji Cenetê” re hate dayîn.

‘JI BO 3 JINÊN LI PARÎS HATIN QETIL KIRIN Û ROJAVA RE…’

Xelata Belgefilma herî baş bi filma Fecira ji derhêner Piran Baydemir û bi Reqsa Tena Serê xwe Birnur Pilavci re hate dayîn.

Pîran Baydemir ku Xelata Belgefilma herî baş wergirt li ser dîkê bi kurdî axivî. Baydemir got ku; “Ez xelatê pêşkêşî  3 jinên li Parîs hatin qetilkirin ku di navde Sakîne Cansiz heyî dikim.”

ŞAHIDÊ KOMKUJIYA DERSIMÊ DERKET SER DÎKÊ

Xelata Teybet ya Juriyê ji Belgefilma Herî baş ya Navnetewî Nezahat Gundogan bi ‘Hay Way Zaman’ wergirt. Gundogan piştî wergirtina xelatê ji şahidê komkujiya Dersimê Emoş Gulver dawetî ser dîkê kir. Gulver temaşevan silav kirin.

JI BO YÊN DI BERXWEDANA GEZÎ DE JIYANA XWE WINDA KIRIN HATE PÊŞKÊŞ KIRIN

Ayce Kartal ku xelata herî Teybet ya Juriyê ya ji bo filma herî baş ya kurt  bi filma“Tornistan”  wergirt. Kartal xelata xwe ji bo yên ku di çalekiyên Parqa Gezî de jiyana xwe winda kirîn, seqet bûyîn û li rastî lêdanên polîsan hatîn pêşkêş kir.

Xelata Pirteqalê ya Gel, ji aliyê alikarê derhêner Biket İlhan ve ji bo ekîba ‘çapulcular’ ku filma “Vedan-Yansima” hat dayîn.

XELATA TEYBET YA JURÎ JI BO RENGÊ ŞÎN

Xelata Teybet ya Juriyê ya Çiqê Behlûl ji bo siyasetvanê Kurd Fuat kav ku di pirtûka Omer Leventoglu ku filma “Ringa Şîn-Mavi Ring” hatî çêkirin, hêjay hate dîtin.

 

PUKmedia /ANF /